Pîrebokên Kampûsê li dijî qedexeya cil û bergan daxuyanî dan

  • 16:36 18 Cotmeh 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Pîrebokên Kampûsê li dijî qedexeya cil û bergan a Wargeha Keçan a Cîhannuma ya Îzmîrê daxuyaniyek dan û helwesta rayedaran şermezar kirin. 
 
Pîrebokên Kampûsê li dijî qedexeya cil û bergan a Wargeha Keçan a Cihannuma ya Îzmîrê, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Em hesabê nadin nobedarên wargehê û em çi bixwazin em ê vê tiştî li xwe bikin" vekirin. Rozana Urkun û Melodî Zengîn daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
Di daxuyaniyê de bertek nîşanî qedexeyê hat nîşandan û wiha hat gotin: "Hat diyar kirin ku 'li dij ehlaqê li vir cil tên li xwe kirin û ji ber vê jî mêr aciz dibin'. Divê baş bê zanîn ku em li wargehan çi bixwazin em ê li xwe bikin. Em li wargehên dewletê nikarin mafê xwe yê bingehîn jî bigirin. Odeyên ku em dimînin qelebalixin. Rewşa pandemiyê li ber çavan nayê girtin. Em nikarin li cihekî bi qelîte bijîn ji ber vê jî em neçar dimînin ku bi nobedarên ehlaqê re mijûl bibin. Rayedarên ku li hemberî xwendekarên mêr astengiyan dernaxin li hemberî me astengiyan derdixin. Em vê yekê qebûl nakin.
 
Em li vir in. Em guh nadin astengiyên we. Em li gorî jiyana ku hûn daxwaz dikin najîn. Em li wargehan pêcemayên xwe li xwe bikin û çi dilê bê em ê bikin. Divê hûn dernekevin pêşberî jinên ciwan. Bi zextan hûn nikarin me rawestinin û em bi zextan xurt dibin û têdikoşin. Em wargehên wekhev dixwazin." 
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.