Bi sedan kesî li Elkê avabûna HDP’ê bi şahiyê pîroz kirin

  • 16:07 18 Cotmeh 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Bi sedan kesan li navçeya Elkê bi coş û kelecanek mezin 9’emîn salvegera avabûna HDP’ê pîroz kir.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Elkê ya Şirnexê, bi minasebeta 9’emîn avabûna partiya xwe li taxa Elkê ya navçeyê şahiyek li dar xist.  Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvenirên navend û navçeyan û gelek kes bi kincên xwe yên heremî tevlî pîrozbahiyê bûn. Beriya destpêka şahiyê polîsan lêgerîna welatiyan kir û derbasî qadê kir. Di qadê de pankarta “HDP 9 salî ye” hat daliqandin.  
 
Beriya axaftinan, girse bi coş û kelecanek mezin govend gerand. Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Beybûn Aslan, avabûna partiya xwe pîroz kir û bang li hemû gel kir ku xwedî li HDP’ê derbikevin. Huseyîn Kaçmaz ê HDP’yî jî destnîşan kir ku HDP ev ne 9 sal in partiya wan hatiye avakirin û wiha got: “Dibe kû navê HDP’ê 9 sal in heye. Lê belê HDP'ê mîrasa salan û hezar salan e. HDP bi berxwedan û têkoşînê li ser nigan ma. Dema mirov îro lê dinêre gelek siyasetmedar û welatiyên me di girtîgehan de ne û rehîn tên girtin. Ew kesên girtî ji ber ku ji bo gelê xwe li berxwe da û azadî xwestin îro di girtîgehan de ne. Îktîdara AKP’ê ev 5 salên dawiyê ye êrîşî gelê kurd dike. Me tu carî li hember êrîşan serî netewand û em ê netewînin.”
 
Axaftin bi dirûşma “HDP gel e, gel li vir e” û çepikan bi dawî bû. Piştre şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.