Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bi ser qawişan de hat girtin
- 14:25 18 Cotmeh 2021
- Rojane
WAN - Emîn Newroz Korkmaz a li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye di hevdîtina bi rêya telefonê ya bi malbata xwe re da zanîn her şev bi ser qawişan de tê girtin û îşkence li girtiyan tê kirin.
Emîn Newroz Korkmaz a li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye di hevdîtina bi rêya telefonê ya bi malbata xwe re do da zanîn her şev bi ser qawişan de tê girtin û îşkence li girtiyan tê kirin.
Dayika Emîn, Nevin Korkmaz da zanîn lawê wê gotiye li girtîgehê bi ser gelek qawişan de hatine girtin û wiha got:"Zextên li girtîgehê gihaştiye asta îşkenceyê. Lawê min ji ewlehiya canê xwe bi guman e. Em ji bo vê yekê banga hestiyariyê dikin."