‘Perwerdeya bi zimanê dayikê maf e’

  • 09:05 18 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinên ji qursên kurdî ya HDP û MED-DER’ê sertîfîka girtin, wê fêrbûna kurdî berdewam bikin. Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan, da zanîn ku tevî hinek zext û zordariyan ji bo kurdî belav bibe wê têkoşînê bidomînin û  wiha got: “Daxwazkirina mafê zimanê dayikê ne siyasî ye, daxwazek mafê mirovî ye.”
 
HDP û Komeleya Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) bi armanca kurdî fêrî parlamenter, şêwirmend û xebatkarên partiyê bikin di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de qursên kurdî dan destpêkirin û yên çûn qursan sertîfîka girtin. Li Îzmîrê jî bi bernameyekê sertîfîka hatin teslîmkirin. Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan, qursiyer hevseroka HDP’a Bucayê Nurşen Ataman û endama partiyê Funda Akbulut der barê perwerdeya kurdî de axivîn.
 
Axaftin têr nake
 
Hevseroka HDP’a Bucayê Nurşen Ataman da zanîn ku rojane axaftina kurdî nayê wateya ku kurdî baş tê zanîn û wiha bal kişand ser girîngiya qursan: “Zimanê me hebûna me ye. Ez çar mehan çûm qursê. Min hinekî dizanibû lê nikaribûm biaxivîm. Ez hêvîdar im di berdewamiyê de wê baştir bibe. Ez li malê bi zarokan re kurdî diaxivim. Min di qursê de gelek tişt fêr kirin lê divê hîna pir tiştî fêr bibim.”
 
Nurşenê di dawiya axaftina xwe de pêşniyar kir ku divê pirtûkên kurdî bên xwendin û wiha dawî lê anî: “Divê her kurd bi zarok û hevalên xwe re bi kurdî biaxive. Çiqas kurdî bixwînin wê kurdî ewqas belav bibe. Niha min dest bi xwendina kurdî kiriye û ez fêrî zarokên xwe jî dikim.”
 
Silavdayîn jî mirovan kêfxweş dike
 
Funda Akbulut a HDP’î jî destnîşan kir ku fêrbûna kurdî ya endamên partiyê gelekî girîng e û divê her kes bi zimanê xwe biaxive û wiha dirêjî dayê: “Ez tirk im, dema hevalên min bi kurdî diaxivîn min fêm nedikir. Wan jî ez fêm nedikirim. Min got qe nebe em silavdayînê fêr bibin. Min xwe ji bo qursê qeyd kir. Li ser zoomê qurs hat dayîn. Mamoste em motîve kirin. Ez gelek kêfxweş im. Dema diçim taxê dayikan dibînim, bi kurdî dibêjim tu çawa yî. Ev jî min gelekî kêfxweş dike.”
 
Divê li her derê bê xwendin û axaftin
 
Fundayê kêfxweşiya xwe ya ji bo qursê anî ziman û got wê ji bo astên din jî berdewam bike û wiha bi lêv kir: “Divê em hev fêm bikin. Li kurdan tirkî tê ferzkirin. Divê em kurdî fêr bibin, belav bikin. Ji ber em bi hev re dijîn.”
 
‘Daxwaza mafê mirovahî ye’
 
Hevseroka MED DER'ê Şîlan Elmas Kan jî wiha nirxandin kir:"Hemû gel bi zimanên xwe hene. Mafê daxwaza kurdî ne siyasî ye, mirovahî ye. Ne tenê tirk, ereb, suryanî, kurd, ermenî li Tirkiyeyê dijîn û polîtîkayeke pir nasnameyî û zimanî ya HDP’ê heye. Mînak dayikên me aqilmendên me xwe bi kurdî îfade dikin. Zimanê wan kurdî ye.  Em zimanê xwe nizanibin em nikarin xebatan jî bikin. Ji ber em ê nikaribin derkevin nav gel. Gelek girîng e ku HDP vê yekê di nav saziyan de belav bike."
 
‘Tevî zextan em ê zimanê xwe bidin jiyîn’
 
Şîlanê her wiha destnîşan kir ku tevî zext û zordariyan xebatan dimeşînin, serkeftî dibin û ev tişt daxuyand: “Keda xebatkaran mezin e. Dayîna belgeyan serkeftinek mezin e. Gelê kurd niha ji bo çand, ziman û hunerê têdikoşin. Hinek dibêjin kurd tune ne, hinek dibêjin ji bo zimanê kurdî pirsgirêk tune ye, li zanîngehan derfeta ji bo zimanê kurdî heye. Lê 15 hezar mamoste hebin yek ji van mamosteyê kurdî ye. Ev pirsgirêk didomin. Em ji bo xwedîderketinê hewldanek mezin de ne. Lê dewlet neçar e van derfetan bidin kurdan.”
 
‘Her ku ziman bê zanîn wê parastina cewherî ya jinan jî xurt be’
 
Şîlanê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya qursan got qurs mirovan teşwîq dikin û ne tenê qurs divê di jiyana rojane aktîf kurdî bê axaftin. Şîlanê wiha dawî lê anî: “Wê qursên kirmanckî jî bên vekirin. Em çiqas xwedî lê derkevin wê evqas serkeftin hebe. Jin maneviyata ziman û çandê didomînin. Di vir de barê giran li ser jinan e. Jin her ku xwe binase, ziman bizanibe wê parastina wê ya cewherî jî evqas xurt be.”