'Astengdar nikarin ji mafên xwe yên zagonî feydeyê bibînin'

  • 16:07 17 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran a di komxebata bi dirûşma "Jin, jiyaneke nû ya bêasteng ava dikin" hat lidarxistin axivî wiha got:"Astengdar nikarin ji mafên xwe yên zagonî feydeyê bibînin."
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanyaya "Ji Xizantiya Jinan re Na" de, komxebata "Jin, jiyaneke nû ya bêasteng ava dikin" li Enqerê pêk anî. Komxebata li otelekê hat lidarxistin. Jinên astengdar û jinên li astengdaran mêze dikin beşdarî komxebatê bûn. Endama Meclîsa HDP'ê Leman Kîraz, axaftina vekirinê ya komxebatê kir.  
 
Piştî Leman Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û wiha got: "Ji meha sibatê ve em kampanyaya 'Edalet ji bo jinan' dimeşînin û di vê çarçoveyê de, bi jinan re civiyan."
 
Ayşe, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Em îro li Enqereyê bi beşdariya jinên ji herêmê hem astengiyên li pêşiya jinan û pirsgirêkan nîqaş dikin hem jî hewl didin rê û rêbazên çareseriyê peyda bikin. Bêguman jinên ku di vê mijarê de karên gelekî hêja kirine hene. Em ê guh bidin tecrûbe û danheviyê wan."
 
'Nikarin mafên xwe yên destûra bingehînî bi kar bînin'
 
Ayşe, anî ziman ku li Tirkiyeyê daneyên li ser statîstîkên hejmara astengdaran hema bêje qet nîne û wiha bi lêv kir: "Di destpêka salên 2000'î de lêkolînek hebû. Sala 2002'an TUÎK'ê lêkolînek kir û li gorî encamên vê lêkolînê ji sedî 12.29 ê nifûsa Tirkiyeyê astengdar e.Têkildarî hejmara jinan ên astengdar dane li ber destê me nîne. Lê belê em zanin ku gelek kesên astengdar ji derfetên perwerdeyê, kar, ewlehiya civakî, çand û civakê bêpar in, nikarin mafên xwe yên destûra bingehînî bi kar bînin. Ji derfetên jiyaneke birûmet û azad bêpar in."
 
'Jiyan li jinê bêhtir zehmet dibe'
 
Ayşe, diyar kir ku jin hem ji ber astengdariyê hem jî ji ber jinbûyîna xwe dibin hedefa cihêkariyê û wiha rêz kir: "Bi tu awayî ji mafên destûra bingehînê nikarin sûdê werbigirin. Ne tenê jinên astengdar, jin hemû dibin hedefa cihêkariyê. Barê jidayikbûna zarokên astengdar di stûyê jinê de tê hiştin û bi vî rengî jiyan li jinê bêhtir zehmet dibe."
 
Ayşe, anî ziman ku haya wan ji van hemûyan heye, lewma komîsyona wan a astengdaran beriya çend mehan manîfestoyek weşand û destnîşan kir ku bi paradîgmaya nû pêwîstiya wan bi çareseriyê heye.
 
Ayşe Acar Başaran wiha bi dawî kir: "Mîna karên me yên din em ê vê mijarê jî li meclîsê, li desteyên pêwendîdar ên partiya xwe weke Meclîsa Jinê hîn bêhtir nîqaş bikin. Em baş zanin ku bi hev re xurttir in û bi piştevanî û têkoşîna jinê dikarin astengiyan ji holê rakin."