Li Efrînê jinek ducanî bi îşkenceyê hat qetilkirin

  • 15:54 17 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê jineke ducanî bi îşkenceyê hat qetilkirin.  
 
Li Efrîna di bin kontrola Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) de ye û bi TSK û Tirkiyeyê ve faliyetan dimeşîne jineke ducanî bi îşkenceyê hat qetilkirin. Li gor nûçeya ANHA'yê Nemet Behcet  Şêxo ya hat qetilkirin di demeke borî de tevî hevjînê xwe Xelil Nesan ji ber Nexweşxaneya Qenberê hatin girtin û birin girtîgehê. 
 
Hat diyarkirin ku îşkence li Nemet Behcet Şêxo û hevjînê wê hatiye kirin û 6 saetan li ser hev di lêpirsînê de mane.
 
Hat diyarkirin ji bo malbata Nemet Behcet Şêxo rastiyê nebêje hatiye tehdîdkirin. 
 
Her wiha derbarê aqubeta hevjînê Nemetê Xelîl Nesan jî tu agahî tune ye.