Civîna gel a hevdîtinên butçeyê li Mêrdînê pêk hat

  • 13:15 17 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Di encama xebatên "Hevdîtina butçeyan" de civîna gel hat li darxistin. Beşdarvanên axivîn bal kişandin ser butçeya ku ji şer re tê veqetandin û gotin: "Sedema herî mezin a qeyrana aborîyê şer e û dibe sedem ku gel bedelên giran bidin. Aştî ji bo çareseriyê pêngavek e."
 
Hefteyeke li Mêrdînê bi pêşengiya parlamenerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên "Hevdîtinên butçeyan" tên meşandin. Îro jî li salona Yay Grant Otelê civîna gel hat lidarxistin. Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, Pero Dundar, Garo Paylan, Ridvan Turan, Necdet Îpekyuz, Hevserokê giştî yê HDP'ê Mîtat Sancar, alîkara hevserokatiya giştî ya KESK'ê Necla Kurul, akademisyen Sevîlay Çeleng, aborînas, karker û siyasetmendar beşdarî civînê bûn.
 
'Divê polîtîkayê aştiyê werin pêşxistin'
 
Sevîlayê da zanîn aştî wê ji bo berjewendiya hemû gelan bibe çareserî û wiha berdewam kir: "Pêwîst e di vî alî de siyaset pêşengtiyê bike. Ango divê parastina aştiyê were pêşxistin û belavkirin. Divê TV, medya, medyaya civakî, şano, muzîk ji vê re xizmetê bike. Li dijî vê yekê zimanê nîjadperestiyê pêş dixin. Polîtîkaya dijminatiyê tên pêşvebirin. Ev ji hişmediyek ku li dij aştiyê ye."
 
'Pirsgirêk şer e' 
 
Ebru Gunay li gel polîtîkayên şer zemên tên kirin nirxandin kir û wiha got: "Em di nava dewleteke çikûs de dijîn. Dewlet ji bo şer bê sînor butçeyê bi kar tîne. Lewra ji bo gel butçeya wê nîne. Hemû qeyrana heyî jî li ser pişta xizanan dide meşandin. Bi taybet jî em jin dibin mexdûrê van polîtîkayan. Bi taybet jî aştî pirsgirêka me jinan, kurdan, ereban, ruryaniyan û tirkan e. Em ê weke jinên HDP'yî ji bo aramiya hemû gelan aştiyê bînin."