Malbata Şenyaşar: Dê bersûc rojekê li pêşberî darazê hesab bidin

  • 13:04 17 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 223'yemîn a "nobeta edaletê" de wiha gotin:"Her çiqas kiryar di bin hîmaya parlamenteran de be jî ew ê rojekê li pêşberî darazê hesab bidin."
 
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê di 9’ê Adarê de da destpêkirin di roja 223’yemîn de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê ye, malbatê nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam da: "Her çiqas kiryar di bin hîmaya parlamenteran de be jî ew ê rojekê li pêşberî darazê hesab bidin."