Bi dîmenên tecawizê hat tehdîtkirin

  • 09:01 17 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexa Şirnexê A.U û M.A tecawizê jineke ciwan kirin. Bi ducanîbûnê re bûyer derket holê. Her wiha derket holê ku jina ciwan bi  dîmenên tecawizê hatiye tehdîtkirin. 
 
Li navçeya Hezexa Şirnexê, mêrên bi navê A. U. û M. A tecawizê jina 19 salî ya bi navê H'yê kirin. Her wiha jina 19 salî, ji ber vîdeoyên hatine kişandin bi tehdît û şantajê re jî rûbirû maye.
 
Hat diyar kirin ku H. pêşî bi tecawiza A. U. re rûbirû maye û M. A jî vîdeoya tecawizê kişandiye. Piştre jî M.A tecawizê H'yê dike. Piştî ku H. ducanî dibe bûyera tecawizê derdikeve holê û dezgehên dewletê ji bo parastinê H. digirin cem xwe. Lê piştî demekî bi daxwaza H'yê, ew vedigere mala xwe. 
 
Li gor agahiyên ku hatin girtin H. hewildaye ku dawî li jiyana xwe bîne, ji ber vê yekê jî zayîna bêamad dike. Her wiha heta niha kiryar nehatin binçavkirin û nayê zanîn ku li ku ne. Dîsa malbatên kiryaran hewl didin ku ser bûyerê bigirin. Nayê zanîn ku gelo derbarê bûyerê de lêpirsin hatiye destpêkirin an na. 
 
Xizma H. ya ku nexwest navê xwe bêje ji ajansa me re axivî û got: "Em ê heta dawiyê bibin şopdarê bûyerê. Bi zanebûn êrişên bi vî rengî pêk tên, bi taybetî jî li hemberî malbatên welatparêz ev yek tê kirin. Em hedef tên girtin û zarokên me jî dixapînin. Me nezanî ku ducanî ye. Me digot qey kîlo girtiye. PiştÎ ku me ew bir nexweşxanê me zanî ku ducanî ye. Her wiha ji ber ku deman danê wê tu tişt nayê bîra wê û ji vîdeoyê agahiya wê tuneye. Lê belê em ê dev ji vî bûyerê bernadin.”