ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 17 Cotmeh 2021
  • Rojev
 
* Li navçeya Hezexa Şirnexê A.U û M.A tecawizê jineke ciwan kirin. Bi ducanîbûnê re bûyer derket holê. Her wiha derket holê ku jina ciwan bi dîmenên tecawizê hatiye tehdîtkirin. 
 
*Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn ya ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûmê tayînî li şûna wê hatibû kirin, bal kişand li ser pergala hevserokatiyê û destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê ji bo partiyên siyasî yên cîhanê wek modelekê mînak e û got: “Jin dê ji pergala hevserokatiyê tavîzê nedin. Em ê di rêxistinkirin û belavkirina pergala hevserokatiyê de bi israr bin” BI DÎMEN 
 
*Amîne Kaya diyar kir ku ev sê sal in kurê xwe Mehmet Şîrîn Kaya yê li Girtîgeha Tîpa T ya Tokakê girtiye nabîne û got bi van sirgunan malbat tên cezakirin. BI DÎMEN 
 
*Xwendekarên Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, da zanîn ku ji bo ziman winda nebe xebatên bi vî rengî girîng in û got: "Ji bîrkirina zimanê kurdî windakirina kurdayetiyê ye. Em ê xwedî li zimanê xwe derkevin.” BI DÎMEN 
 
*Hestiyariya civakê ya li hember mijaran bi bernameyên magazînê bi hednîşandanê, hedef tê girtin.  Di demeke ku sînorên nîjadperestî, zayendperestî û netewperestiyê hatiye bezandin de, gelo em li rewşa ‘hednîşandanê’ ya çepemeniyê matmayî man?
 
* Di çarçoveya hevdîtinên butçeyê de îro hevdîtina gel li Mêrdînê pêk tê. (11.00)