Peyama Nûran Îmîr a ji qada mîtîngê: Em ê teqes bi ser kevin

  • 15:57 16 Cotmeh 2021
  • Rojane
AMED - Mîtînga bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" li Qada Îstasyonê ya Amedê dest pê kir. Di mîtîngê de parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî û got: "Em her roj di bêjin em ji êrîşên we natirsin, di dîrokê de çawa hemû êrîşên we vala derketine îro jî ev êrîşe we vala derkevin. Em dîsa dubare dikin çi bibe bîla bibe dawiya me azadiyê."
  
Mîtînga ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" hat organîzekirin li Qada Îstasyonê ya Amedê dest pê kir. Li Qada Îstasyonê pankarta “Heta ku hemû jin azad bibin em ê bimeşin” ên bi zimanê kurdî û tirkî hatî nivîsandin hatin daliqandin. Her wiha postere Denîz Poyraz a di êrişa li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hatibû qetilkirin, li qada mîtîngê hatin vekirin. Her wiha dowîzên wekî "Peymana Stenbolê pêk bîne", "Dem dema azadiya jinê ye" û "Em xwe bi rêxistin bikin, xwe azad bikin" di qada mîtîngê de ji hêla jinan ve hatin rakirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Semra Guzel, Remziye Tosûn û Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê, rêveber û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek jin beşdarî mîtîngê bûn. 
 
Bi cilên rengîn herîkin qadan
 
Jinên ku ji bajarên cuda hatin, piştî bergirtiyên zêde yên polîsan ji 3 aliyan ve ketin qada mîtîngê. Jinên ku kincên herêmî li xwe kirin, bi rengên cûrbicur qad xemilandin. Dengên tilîlî û berzkirina dirûşmeya ji qadê bilind dibe.
 
Di mîtîngê de dayika Denî Poyraz Fehîme Poyraz axivî û got: "Hûn hemû Denîz in. Divê em dest bi din destê hevdû. Denîz li avahiya HDP'ê hat qetilkirin û bê parastin bû. Denîz ne tenê Denîzê min e, Denîzê wî welatî ye. Dibêjin derûniya kujer xirab e, lê ne wisa ye. Heke xirab bûya bila zirarê bida xwe."  
 
Di mîtîngê de parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî. Nûran di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoyê û got: "Hûn baş dizanin em di pêvajoyên zor û zehmet de derbaz dibin. Em jinên kurd li hember êrişên hovane li ber xwe didin. Em van êrişan ji dîrokê baş nasdikin. Ev zihniyete doh îro jî van êrişan li ser jinan li ser kurdan didominin. Lê bila baş bê zanîn ku em hene, ji destpêka dîrokê heya îro em hene."
 
'Qêrina wan wek mîras ji me re maye'
 
Nûran, da zanîn ku îro têkoşîn li ser milê jinan bilind dibe û wiha axivî: "Yên ku ji bo me qêrina azadiyê wek mîras hiştine, Sakîne, Fîdan, Leyla, Asya, Sêvê, Pakize, Fatma û Hevrîn e û bi rihe wan em li ser vê qadê ne. Wek TJA em bejna xwe li ber wan ditewinin. Ji Qada Îstasyonê hezar silav em redikin ji bo Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Aysel Tugluk, Ayşe Gokkan û bi hezaran jinên di zindanan de li gel me dimeşin, ew  bûne delîlên hevî û serkeftina me."
 
'Em ê teqes bi ser kevin' 
 
Nûran, diyar kir ku desthilatdariya mêrperest bi girtin, kuştin û êrişên nîjadperetiyê xwestin têkoşîna jinan xilas bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bedena jinê li kolanan tazî kirin. Jinên aştixwaz wek Denîz Poyraz qetilkirin. Li ser navê OHAL'ê ê bi hezaran saziyên jinan girtin. Xwestin bi Qeyûman pergala me ya hevserokatiyê tune bikin. Saziyên bi Hevserokatiyê xwe rêve dibirin, xistin destê mêran. Hevalên me yên têkoşîna jinê dimeşînin avêtin zindanan. Keda Jinan a Peymana Stenbolê di şevekê de bi îmzeya mêrekî hat betalkirin. Li ser medyaya dijîtal, li meclîsê û li qadên siyasetê jin kirin hedef. Her tim gotin 'Em jinên têkoşêr naxwazin koleyan di xwazin'. Em li vê qadê cardin ji wan re dibêjin, em vê koletiyê qebûl nakin. Em ê berxwedana xwe bidomînin.
Em ê dengê xwe bilind bikin. Çalakiyên xwe berdewam bikin, heya em jiyaneke azad ava bikin. Ji Botanê heya Amedê, ji Amedê heya Xerzanê, ji Xerzanê heya Serhedê em ê ser kevin, em ê teqez bi ser kevin."
 
'Li zindanan nêzikatiyeke kêyfî heye'
 
Nûran, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan: "Vaye 22 sal in Birêz Ocalan li Giravê dibin tecrîdê de ye û hevdîtina wî û parêzeran tê asteng kirin. Zagonên xwe jî ji bo vê yeke bin pê kirine. Rewşa tecrîd û zordariyê di hemû girtîgehan de heye. Di girtîgehan de girtiyên nexweş bi mirinêre rûbirû dimînin. Ji bo çûyîna nexweşxaneyan astengiya derdixin. Kesên cezayê xwe kêşandî jî nayên berdan. Bi biryarên keyfi wan dihêlin zindanan de. AKP polîtîkayên herî qirêj li ser jinan dimeşine. Ji bedena jinê heya hemû qadên jiyanê jin rast êrişên nijadperestiyê tên."
 
'Êriş dê vala derkevin'
 
Nûran di mîtîngê de wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heya ku şer dewam bike daristanên me wê bê şewitandin. Zarokên me wê li kolanan di bin panzeran de bimînin. We jin her roj tundiye bibinin û di hedefa deshihatdara de bin. Lê em her roj di bêjin em ji êrîşên we natirsin, di dîrokê de çawa hemû êrîşên we vala derketine îro jî ev êrîşe wê vala derkevin. Em dîsa dubare dikin Çi bibe bîla bibe dawiya me azadiyê."