Jin diherikin Qada Îstasyonê

  • 14:54 16 Cotmeh 2021
  • Rojane
AMED - Mîtinga "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" dest pê kir. Jinan bi reng û xemla xwe diherikin Qada Îstasyonê.
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), îro bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga herêmê bê lidarxistin. 
 
Bêriya mîtîngê Qada Îstasyonê bi barîkatên polîsan ve hate girtin û sê nokteyên lêgerînê hate bicîh kirin. Gelek dayîk ji ber koda HES'ê di bin tavê de hatin sekinandin. Her wiha ji ber lêgerîna polîsan gelek dayik û jinan lêgerîna polîsan re marûz man û nerazîbûnên xwe anîn ziman. 
 
Mîtîng bi dirûşme "Jin Jiyan Azadî" herikîn qadê. Her wiha jinan wêneyê Denîz Poyrazê wergirtin û dovîzên wekî "Peymana Stenbolê pêk bîne", "Dem dema azadiya jinê ye" û "Em xwe bi rêxistin bikin, xwe azad bikin" rakirin.
 
Her wiha Meclîsa Jinên Ciwanên HDP'yî kortejê de. Pankarta "Li dijî hestên kujer em azadiyê şîn bikin" vekirin. 
 
Mîting bi govenda jinan berdewam dike..