‘Em ê li dijî qedexeyan stranên xwe yên azadiyê bêjin'

  • 12:01 16 Cotmeh 2021
  • Rojane
STENBOL - Strana hunermend Devrim Demîr "Tu kî yî" ya ku di mîtînga îro ya Amedê de bihata gotin hat qedexekirin. Komeleya Dema Jinê bertek nîşanî qedexeyê da. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), îro bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga herêmê bê lidarxistin. Strana Devrîm Demîr a "Tu kî yî" dê li qada mîtîngê bihata gotin hat qedexekirin. Qedexekirin ji hêla gelek derdoran ve hat şermezar kirin. 
 
Komeleya Dema Jinê li ser medyaya dijîtal bertek nîşanî qedexeyê da û got: "Strana 'Tu kî yî' a ku li qada mîtîngê bihata gotin hatiye qedexekirin. Lê divê bê zanîn ku jin, li dijî qirkirina çand, ziman û jinê dê li dijî zihniyetê stranên xwe yên azadiyê bêjin."