Ji Fehîme Poyraz peyama mîtîngê 'Serkeftîn a jinê ye'

  • 11:00 16 Cotmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz ji bo mîtînga ku îro li Amedê bê lidarxistin peyameke bi dîmen şand û got: "Em tenê aştî û azadiyê dixwazin." 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), îro bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga herêmê bê lidarxistin. Ji her bajarî jin berê xwe didin Amedê. 
 
Ji bo mîtîngê dayika Denîz Poyraz a ku li Îzmîrê di encama êrişa li hemberî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hat qetilkirin Fehîme peyameke bi dîmen şand û got: "Ez hêvî dikim ku îro Qada Îstasyonê tijê bibe. Bila êdî jin neyên kuştin, aştî û azadî bila bê wî welatî. Ez qirkirina jinê şermezar dikim. Serkeftin dê bibe ya jinan."