Li Amedê şahiya HDP'ê

  • 17:05 15 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
AMED - HDP’ê bi minasebeta 9’emîn salvegera avabûna xwe li Amedê şahiyek li dar xist. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyên Amedê, bi minasebeta 9’emîn salvehera avabûna HDP’ê li Tesîsên Demîrok a navçeya Yenîşehîr a Amedê bernameya pîrozbahiyê li dar xist. Pîrozbahiyê re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar beşdarî bû.
 
Mîthat diyar kir ku ew ligel hemû zext û zilman li ser rêya xwe têkoşîna xwe meşandin e û wiha got: “Heke partiyek din rastî ew zext û êrîşan bihatina heya niha hatibû girtin. Lê bingeha me sexlem e. Doza me doza heq e. Em girêdayî axa xwe girêdayî gela xwe nin û bi di wê rê de têkoşîna xwe dimeşînin. Çawa ku me di nav 9 sal an serî netewand û têkoşîna xxwe meşan dê ji vê şûnde jî em têkoşîna xwe re berdewam bikin. Ne tenê HDP’ê, bêriya partiyên HDP’ê û têkoşînên bêriya têkoşîna HDP’ê rêya me ronî dike.”
 
Mîthat destnîşan kir ku HDP’ê di heman demê de partiya jinan e û got: “HDP ji bo daxwaza jinan a jiyanek wekhêv û azad hêviya pêşerojê ye. Her wiha HDP’ê partiya ciwanan e, partiya aştî û demokrasiyê ye. Heya ku aştî û demokrasî neyê vê welatê tu pirsgirêk nayê çareser kirin. HDP’ê mifteya ji bo aştî û demokrasiyê ye.”