Hewl tê dayin ku delîlên di dosyaya Dedeogullari de bên veşartin
- 15:05 15 Cotmeh 2021
- Rojane
Oznur Değer
KONYA - Qeydên telefonê û nivîsên medyaya dîjîtal ên malbatên Çalik û Keleş li dosyaya lêpirsînê ya malbata Dedeogullari ya hat qetilkirin hatin zêdekirin.
Ji malbata Dedeogullari ya Qersî ya li navçeya Meramê ya Konyayê dijiya 4 jê jin 7 kes ji aliyê malbatên Çalik û Keleş ên cîranê wan bi êrişa nîjadperestî rû bi rû mabûn û di 31'ê Tîrmehê de li malên xwe hatibûn qetilkirin. Bersûc Mehmet Altun ê komkujî pêk anî û ji malbata Çalik û Keleş bi tevahî 13 kes di çarçoveya dosyaya lêpirsînê de hatin girtin û di dosyayê de pêşketinên nû çêbûn.
Me xwe gihaşt nivîsên medyaya dîjîtal ên malbatên Çalik û Keleş ên wekî gumanbar di dosyayê de cih digirtin. Ev nivîsên medyaya dîjîtal ên berî qetilkirina malbata Dedeogullari ne. Her wiha qeydên telefonê yên V.K. ê piştî êrişa li dijî Dedeogullari hat girtin ên bi lawê wî A.K. û keça wî H.K. hatin bidestxistin. Di qeydan de gotinên nîjadperest jî hatine bikaranîn.
Beşek hevdîtina telefonê ya V.K bi kurê xwe A.K. pêk aniye wiha ye:
“V.K.: Kurdan aqil girtin?
A.K.: Kurdan aqil girtin
V.K.: Ji wir derketine?
A.K.: 2 rojî razandine bijîşkan biryar dane ka wê emeliyat bibin an na. Biryar dane 2 roj derbas bûn.
V.K.: Eee, bûye?
A.K.: Piştre emeliyat nebûye. Roja duduyan derxistine. Jixwe em li aliyê edliyeyê bûn.
V.K.: Hmm, xisar di yên din de hebû?
A.K.: Milê keçeke wan şikestî ye, milê kurdê mezin şikestî ye. Jixwe ew Metîn heya zaten di serî wî de 3-4 birîndar e.
V.K.: Birîndar e?
A.K.: Erê. Ew keça mezin tiliya wê şikestiye. Bariş jî heta hefeteyekê dê bi ser hemdê xwe bê. Milên wê keça navîn jî şikesiye.
V.K.: Ew keçika biçûk tiştekî wê tune ye ne?
A.K.: Na.
V.K.: Ew heya dema S., gihaştiye ew li malê bûye. Ew hena em çûn mal hilweşandibûn bawer im. Ji xwişkê bêje wiha wiha. Bila şahidekî bibînin. Tu ji S. pirs bike.
A.K.: Tamam.
V.K.:Bibê wiha wiha kirine, cam şikestî bûn? Ger ne şikestîbe şahidan binivîsin. Temam? Bi parêzerê wî re bidin axaftin.
A.K.: Tamam tamam. Em ê zaten wî û parêzerê wî bînin gel hevdu. Em ê niha jî hevalên wî wiha bikin.
V.K.: Mal tar û mar kirine. Wiha kirine ne?
A.K.: Erê wiha kirine.
V.K.: Çîqê tirî hilweşandine. Ew kengî wiha kirine yên mal qet nedîtine?
A.K.: Wele ew piştî çîqê çêkirine berî yên lêkolînê bikin werin çêkirine.
V.K.: Tamam, wê demê yên li mala me nedîtine?
H.K.: Polîsan ji her kesî re digotin herin malê xwe.
A.K.: Piştî ambulans derketine polîsan her kes belav kirine.
V.K.: Kes nemaye ha?
H.K.: Meta min hebû. A. hat. Heta yên meheleya polîsan...
V.K.: Hûn bi wî mêrî re hatin gel hevdu?
A.K.: Na.
V.K.: Ka biryara me teqez bû hîn hûn derneketine.
A.K.: Hatice wê rojê telefon li malê hiştiye.
V.K.: …Roja yekşemê geriyaye?
A.K.: Roja duşemê geriya.
V.K.:Roja yekşemê ya yekşemê geriyane. Dîsa heman tişt....Dikare dirêj bibe. Her roj dibe rojeke telefonê tu dizanî? Di 17'ê mehê de hevdîtin heye tu ji bîr nekî.
A.K.: Temam.
V.K.: Gel di warê pere de hûn têkevin tengasiyê mêrekî bibînin. Yan jî deyn ji hinekan bigirin. 5-10 milyarên dinê.
A.K.: Tamam, Hüseyin zaten dibêje ez bidim.
V.K.: Heger ewk be ji wan bigirin...
A.K.: Koda pînê ya telefonê çi ye?
V.K.: 8040. Ji wê demê ve ye hatiye girtin?
A.K.: Na me negirt me şarj neqedand.
V.K.: … Ewk be pere hebû. Ger hûn pir bitengijin...
A.K.: 5 milyar bû çi bû girtibû....2 milyar dabûn Î. ye. Piştî hefteyek ji ser pevçûnê derbas bû anî da. Roja borî anî. H. jî do pereyê kayê da. 2 milyar bû çi.
...
V.K.: Tu baş î?
H.K.: Ez baş im. Em dixebitin.
…
V.K.: Cihê diya te pere xistibûyê tu dizanî?
H.K.: Jixwe em ji wir bi kar tînin.
V.K.: Çiqas heye?
H.K.: Bi qansî têr dike.
…
Nivîsên medyaya dîjîtal ên di navbera Î.K. û S.D. jî wiha ne:
“İ.K.: We bi kêr şer kir?
S.D.: Bi cîranên me yên kurd.
İ.K.: Eynî wiha ye.”
“19'ê Hezîranê;
H.K.:Kurdan mala bi 650 milyarî firotiye. Wê demê wê ji wir herin.
R.Ç.: Wiha me bihîst
H.K.: Min nivîsandibû min gotibû heger rast be diçin.