Aygul Doku: Nedîtina Gulîstanê ne edalet e

  • 13:21 15 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
DÊRSIM - Xwişka Gulîstan Doku ya 650 roj in agahî jê nayê girtin, Aygul Doku ji ser medyaya sanal bang li Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul kir û wiha got:"Bi nedîtina Gulîstanê edalet pêk nayê."
 
Xwişka xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ku ji 5’ê Çileya 2020’î ve li Dêrsimê winda bûye û tu agahî jê nayê girtin Aygul Doku, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal bang li Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir. 
 
'Nedîtina Gulîstanê ne edalet e'
 
Aygulê, diyar kir li Dêrsima ku her derê wê bi kamerayan tê şopandin, ev demek dirêj e ew ji xwişka xwe Gulistanê agahîyê nagirin û ev bang li Wezîr Abdulhamit Gul kir: “Nedîtina Gulîstanê ne edalet e. Nedarizandina kesên li Gulîstanê dane, ne edalet e. Edalet ne ew e ku hûn ji malbata keça xwe winda kiriye re bêjin 'bawer bikin keça we winda bû û ez we didarizînim.' We Gulistanê nedît, we Zaynal Abarakov nedarizand û bi ser de jî hûn vê malbatê didarizînin. Hûn ê bi şev çawa ji zarokên xwe re bêjin ku we Gulîstanê di tariyê de hişt, we ev malbat darizand û gumanbarên ku Gulîstanê birin nedarizandin? Gelo hûn dikarin vê rewa bikin?"