'Ji ber hêviya kêm gelek kesî hilbijartin boykot kirin'

  • 09:05 15 Cotmeh 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihana Başûrê Kurdistanê Nurhaq Gulbahar a li ser hilbijartinên Başûrê Kurdistanê û Iraqê nirxandin kir wiha got:"Li Iraqê ji ber ku aliyên siyasî yên heyî ji bo pirsgirêkên heyî çareseriyeke ji bo berjewendiyên gelan pêk nedianîn di encama nerazîbûnan de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan. Aliyekî siyasî ku bikaribe ji bo gelan bibe bersiv û hêvî  tune bû, loma gelek kesî hilbijartin boykot kirin. Ji ber hêviya kêm gelek kesî hilbijartin boykot kirin."
 
Di encama çalakî û nerazîbûnên gel ên li dijî hikumeta heyî de di 10'ê Cotmehê de li Iraq û seranserê Başûrê Kurdistanê hilbijartin hatin lidarxistin. Di hilbijartinê de ji sedî 41 kes çûne ser sindoqan û dengê xwe bi kar anîne. Ji welatiyan 9 milyon û 77 hezar û 779 hilbijêran dengê xwe bi kar anîne. Gelek kes jî neçûn ser sindoqan û hilbijartin boykot kirin. Nûçegihana Başûrê Kurdistanê Nurhaq Gulbahar têkildarî geşedanên di hilbijartinê de rû dane bi ajansa me re axivî.
 
'Mijara hilbijartinê her di rojevê de bû'
 
Nurhaqê di destpêka axaftinê de bal kişand ser hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê yên ji bo parlamentoya Iraqê hatin lidarxistin û wiha got:"Sedema biryara lidarxistina hilbijardina pêşwext, di encama nerazîbûnên gel de bû ku di salên bihûrî de li gelek bajarên Iraqê xwepêşandan hatibûn lidarxistin. Bi taybetî li paytexta Iraqê Bexdayê, li Meydana Tehrîrê ev xwepêşandan di rojeva Iraq û her wiha di ya cîhanê de deng vedabû. Yek ji daxwazên gel ew bû ku deshilatdariya heyî hilbijartinekê li dar bixe û ji pirsgirêkên gel re bibe bersiv. Di nav van xwepêşandanan de li gorî hejmarên fermî 800 kes û ne yên fermî jî bi qasî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Li gorî vê diyardeyê biryara hilbijardinê hate girtin û di 10'ê Cotmehê de ev biryar pêk hat. Yanî dikare bê gotin ku ev demeke li seranserê Iraqê mijara hilbijardinê her di rojevê de bû."
 
'Li Iraqê pergaleke demokratîk tune ye'
 
Nurhaqê diyar kir ku gelek aliyên siyasî beşdarî vê hilbijartinê bûn. Aliyên Sunnî, Şîî û her wiha aliyê siyasî yên kurd weke hêzên sereke di hilbijartinê de cih girtin. Nurhaqê bi lêv kir ku heke ew bi xetên giştî behsa rewşa siyaseta li Iraqê bikin, dikarin bêjin mixabin li Iraqê pergaleke demokratîk tune ye û wiha berdewam kir:"Pergaleke parçebûyî, bê îstîqrar ku ji aliyê derve ve jî tê ferzkirin heye. Hêzên serwer ên herêmî û yên cîhanê, li ser vê parçebûnê, xwe û polîtîkayên xwe pratîze dikin. Destwerdana hêzên DYE û giştî ya Natoyê, her wiha di herêmê de jî destwerdana Tirkiye û Îranê, li pêş îrade û îstîqrara gelên Iraqê û her wiha demokrasiya ku pêwîst e, astengiyên herî mezin in. Ev dibe sedem ku bi giştî herêm û bi taybet jî Iraq her tim di nav aloziyê de bijî. Di rewşeke wiha de hêvîkirina hilbijartineke demokratîk wê ne rast be. Di encamê de atmosfereke siyasî ya ne demokratîk, îradeya gelan nas nake, ditepisîne heye. Her wiha ev yek rojane bi rêya şikandina hêviyê îradeya gelan di qirkirinê re derbas dike. Iraq di bin dagirkeriyê de ye û parçebûyî ye. Li aliyekî her ku diçe parçebûyîn zêde dibe, li aliyê din her çendî lêgerînên ji bo hevpeymanê derdikeve pêş jî, hatina li gel hev dê ne xwezayî be, zêdetir ji bo desthilatdariyê ye."
 
'Ev encamên hilbijartinê nedihatin hêvîkirin'
 
Nurhaqê da zanîn ku ev encamên hilbijartinê nedihatin hêvîkirin û wiha pê de çû:"Tevî vê rewşê jî ji bo 329 kursiyên parlamentoya Iraqê hilbijartin hatiye lidarxistin. Lê encamên ku ji hilbijartinê derketin ne ew encam bûn ku dihatin hêvîkirin. Li tevahî Iraqê 25 milyon kes xwedî mafê dengdanê ne, lê ji wan tenê 9 milyon dengdêrî mafên xwe bi kar anîne. Li gorî vê encamê rêjeya bikaranîna dengan ji sedî 41 e. Bi taybet ji bo Başûrê Kurdistanê hin amar (îstatîstîk) balkêş in. 3 milyon û 480 hezar kes xwedî mafê dengdanê ne, ji vê hejmarê nêzî 900 hezar kesî dengê xwe dane PDK, YNK, Nifşa Nû, Tevgera Goran, Yekgîrt û Îslamî û Komaleya Dadgerî. Ji 544 hezarî zêdetir kesî jî dengê xwe bi kar anîne lê dengê xwe şewitandine. Li gorî hilbijartina 2018'an, hemû partiyên siyasî deng wenda kirine. Lê rûxmî wendakirina dengên zêde bi taybetî li Herêma Kurdistanê PDK û Nifşê Nû kursiyên xwe zêde kirin. Ango bi kurtasî li sertaserî Herêma Kurdistan û Iraqê helwesta boykotê derketiye holê. Ev bi serê xwe  ji bo hemû aliyên siyasî hişyariyeke cidî ye."
 
'Divê koteyek ji sedî 25 ji bo jinan hatiba veqetandin'
 
Nurhaqê da zanîn ji bo 329 kursiyên parlamentoya Iraqê weke kota divê ji sedî 25 ji bo jinan were veqetandin. Ango Nurhaq wiha diyar kir: "Pêşbînî dihate kirin ku nêzî 80 kursî ji hêla jinan ve werin dagirtin. Lê di encama hilbijartinê yên ne fermî de nêzî 100 jin wê di erka parlamenteriyê de cihê xwe bigirin. Ev di aliyekî de weke rewşa dîtbarî ji hêla jinan ve cihê dilxweşiyê ye. Lê li aliyekî din dikare bê gotin ku ev mijara kotayê ji hêla partiyên siyasî ve ji bo bidestxistina kursiyên zêde hat bikaranîn. Hin aliyên siyasî ku di nav bernameyên wan de ji bo jinan bi tu awayî plan-proje ango siyasetek nîne lê di dema hilbijartinê de ji bo ku bikaribin kursî bi dest bixin namzetiya jinan weke valatiyeke siyasetê hate bikaranîn. Gelek mijarên civakî û taybet girêdayî jinan hene, heke bi rastî jî ji bo çareseriya van pirsgirêkan, siyaset û helwest ji hêla parlamenterên jin ve were nîşandan wê bandoreke gelekî erênî li ser civak û siyasetê pêk bîne"
 
'Gel hilbijartin boykot kir'
 
Nurhaqê herî dawî jî ev nirxandin kir:"Di vê hilbijartina Iraqê de jî encama derketiye holê dikare bi heman awayî were nirxandin. Daxwaza hemwelatiyên Iraqê hilbijartin bû, ji ber ku aliyên siyasî yên heyî ji bo pirsgirêkên heyî çareseriyeke di berjewendiya gelan de pêk nedianîn. Di encama nerazîbûnan de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan. Lê herî kêm karîbûn biryara hilbijartinê bi deshilatdariyê bidin pejirandin. Lê heke ji bo gihandina armancê dubare heman rê were bikaranîn wê dubare bigihîjin heman cîgehê. Aliyekî siyasî ku karibe bibe bersiv û hêvî ji bo gelan tune bû, ji ber wê jî gel bi awayekî karîger ev hilbijartin boykot kir. Lê encama ku derket çawa zanista fîzîkî dibêje her valatî divê were dagirtin, ji hêla heman aliyên siyasî ve ji bo bidestxistina kursiyên zêde hate bikaranîn. Ev encam, ji bo demeke kurt ji hêla hin aliyên siyasî ve dikare weke serkeftin bê nasandin lê ezmûnên siyaseta herêmê bi me dide nasîn ku wê karîgeriya encamên hilbijartinê bêtir kûr û fireh li ser her aliyekî xwe nîşan bide."