ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2021'Ê

  • 09:02 15 Cotmeh 2021
  • Rojev
* "Li komûnan, meclîsan, tax, akademiyan, perwerda Jineolojiyê hat dayîn. Gelek lêkolînên analîza sosyolojîk hatin kirin. Ji bo jinan gundê Jinwar hat avakirin. Ev gund demek kurt de ji bo jin hewcedariyên jinan re bibe bersiv, xebatên girîng meşandin. Bi şoreşa ku derfetên avakirina zanîngehên demokratîk azad, afirand, di 2017’an de di bin bana Zanîngeha Rojava de beşa Jineolojiyê hat avakirin." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
* Metal Kollektîf ku bi komekê jinan ve hatibû ava kirin, pêşengeha xwe ya duyem a jiyana Mûsa Anter vedibêje sibê vedikin. Hediye Yaşar a ku di kollektîfê de cih digire banga tevlîbûna pêşengehê kir û got: "Em ê berhemên ku 7 mehan a ji hêla 5 atolyeyan ve hatî çêkirin derxin pêşberê hunerhezan." BI DÎMEN 
 
*Nûçegihana Başûrê Kurdistanê Nurhaq Gulbahar a li ser hilbijartinên Başûrê Kurdistanê û Iraqê nirxandin kir wiha got:"Li Iraqê ji ber ku aliyên siyasî yên heyî ji bo pirsgirêkên heyî çareseriyeke ji bo berjewendiyên gelan pêk nedianîn di encama nerazîbûnan de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan. Aliyekî siyasî ku bikaribe ji bo gelan bibe bersiv û hêvî  tune bû, loma gelek kesî hilbijartin boykot kirin. Ji ber hêviya kêm gelek kesî hilbijartin boykot kirin."
 
*Jinên cotkar li dijî binpêkirina keda jinê ya di hilberîna çandiniyê de  hem di alî zayend û hem jî di alî pîşeyî de li ser rêxistinbûnê disekinin û diyar dikin ku ji bo vê divê zêdetir têkoşîn bê dayîn. BI DÎMEN 
 
* Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê, bi minasebeta 9'emîn avabûna partiya xwe bi dirûşmeya "Ji bo parastina azadî, aştî, demokrasî û hêviyê HDP'ê biparêze" dê li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Cizîrê şahiyê li dar bixe. (14.00-18.00) BI DÎMEN 
 
*Rêxistina HDP ya Mêrdînê ji bo 9'emin salvegera avabuna HDP'ê li Mova (AVM) şahî li dar dixe. (16.30) BI DÎMEN