Ji bo şahiya sibê belavok hatin belavkirin

  • 17:30 14 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Dê sibê bi minasebeta 9'emîn avabûna HDP'ê dê li Cizîrê şahiyek bê lidarxistin. Ji bo tevlîbûna şahiyê li kolana Nisêbîn û Orhan Doganê belavok hatin belavkirin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîra Şirnexê, bi minasebeta 9'emîn avabûna partiya xwe bi dirûşmeya "Ji bo parastina azadî, aştî, demokrasî û hêviyê HDP'ê biparêze" sibê dê li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Cizîrê şahiyê li dar bixe. 
 
Endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyan, aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê  û endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê li ceda Nisêbîn û Orhan Doganê ya Cizîrê belavok belav kir û gel vexwendin şahiyê.