Ciwana Ebdulbaqî piştî 70'ê roj şûnde serbet hat berdan

  • 16:42 14 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî ku 70 rojbû ji aliyê PDK’ê ve dîl dihate girtin, serbest hat berdan.
 
Bi boneya heftemîn salvegera fermana 3’yê tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed Hesen pêkdihat, dema 5’ê tebaxê ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê çekdarên PDK’ê ve li seytereya Kelekê hatibûn binçavkirin.
 
Xewla Mihemed û Seyran Ehmed li ser zextên raya giştî, piştî 33 rojan di 6’ê Îlona 2021’an de bi biryara dadgehê û bi kefalet hatibûn berdan, lê Ciwana Ebdulbaqî bêyî sedem dibinçavan de hatibû hiştin.
 
Li gorî agahiya ji Rêveberiya RJAK’ê, Ciwana Ebdulbaqî îro serbest hatiye berdan.