Ji bo qursiyerên HDP'ê yên kurdî hîn dibin sertîfîka hat dayin

  • 15:57 14 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Bi dawîbûna qursa bi pêşengiya Komisyona Ziman a HDP û MED-DER'ê hat dayin sertîfîka ji bo rêveberên HDP'ê bi merasîmê hat dayin. 
 
Di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de bi pêşengiya Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanî ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Komîsyona Zimên a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qursa zimanê kurdî ji bo HDP'yiyan hat dayin. Ji bo kesên ev qurs serkeftî bi dawî kir sertîfîka hat dayin. Di merasîmê de Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Kadir Baydur, Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmaskan axaftineke kurt kirin. 
 
Kurd zimanê xwe li qursan hîn dibin
 
Şilanê da zanîn qurs didomîn û wiha got:"Ziman amûra têkildanînê ye. Ji bo em hevdu fam bikin divê em bi zimanê hevdu bizanibin. Îro em li cihê ku Deniz Poyraz lê hatine qetilkirin e. Em ê têkoşîna wê bidomînin. Di salên 90'î de ji bo kurdan asîmîle bikin ew koçî metropolan dikirin. Loma ji zimanê xwe jî mehrûm dihatin hiştin. Li Îzmirê bi hezaran kurd dijîn lê zimanê xwe li qursan hîn dibin. Ger hûn bixwazin neteweyekî tune bikin ji ziman û çanda wan dest pê bikin. Yê zimanê xwe ji bîr bikin dê dîroka xwe ji bîr bikin. Yên dîroka xwe ji bîr bikin niharin siberoja xwe ava bikin."
 
'Divê her kes bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne'
 
Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur a sertîfîkaya xwe girt wiha got:"Ji bo em kurdî ji bîr bikin heta pola 5'an a seretayî nehiştin em biaxivin. Divê mirovek bikaribe bi zimanê xwe biaxive û divê her kes bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne."
 
Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.