Ji bo mîtînga 16'ê Cotmehê destûr hat dayîn

  • 13:35 14 Cotmeh 2021
  • Rojane
AMED - Ji bo Mîtîng "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" destûr hat dayîn. Mîtîng dê di 16'ê cotmehê de li Qada Îstasyonê di saet 13.00'an de pêk bê.
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), dê di 16'ê cotmehê de bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga herêmê bê lidarxistin. Amadekariyên ji bo mîtîngê didomin. Her wiha ji li dar xistina mîtîngê destûra hat dayîn 
 
Mîtîng dê di saet 13'an de li Qada Îstasyonê pêk bê. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nuran Îmîr tevlî mîtîngê bibe. Her wiha Koma Aryen a Navenda Çand û Hunerê Dicle Firatê jî derkeve ser dikê.