Nav-Berlînê ji bo zarokan ji nû ve dest bi atolyeya wêneyan kir

  • 10:21 14 Cotmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nav-Berlînê piştî navbera ji neçarî ya ji ber vîrûsa koronayê, ji bo zarokan ji nû ve dest bi atolyeya wêneyan kir.
 
Navenda Kurdistaniyên Azad li Berlînê (Freie Kurdische Gemeinde e.V. -Nav-Berlin) ku li paytexta Elmanya Berlînê kar dike, ji nû ve dest bi karên çand û hunerê kir. Ji ber Covid-19'ê navber hatibû dayin.
 
Ji aliyê muzîkê ve perwerdeya amûran, koma muzîkê û koroya zarokan, ji aliyê govendê ve jî perwerdeya folklorê ji bo zarok û ciwanan û atolyeyên wêneyan tê lidarxistin.
 
Nav-Berlînê destpêkê ji bo zarokan dest bi atolyeya wêneyan kir. Zarokên ku tevlî bûn gelekî kêfxweş bûn. Zarokan bi vê kêfxweşiyê dest bi çêkirina wêneyan kirin.
 
Ji bo tevlîbûna li qurs û atolyeyan bi rêya vê navnîşanê têkilî dikare bê danîn:
 
Residenzstr 54, 13409 Berlin
 
Mail: FKG-Berlin@riseup.net