Li Girtîgeha Kandirayê tehdîda 'Hûn ê li vir bimirin'

  • 10:02 14 Cotmeh 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Dayika, Necla Atak a ku 5 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtiye Emîne Atak bal kişand ser rewşa girtîgehê û got: "Midûrê ku nû hatî nîvê şevê bi ser koguşan de digire û bi jopan êriş dike û heqeretê li girtiyan dike. Ez wek dayikek bang li raya giştî dikim ku derbarê mijarê de hişyarbin." 
 
Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê zextên li hemberî girtiyan didomin. Girtiyên ku bi rêya malbatên xwe serpêhatiyên xwe vedibêjin banga hişyariyê dikin. Necla Atak 5 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtiye. Necla bi rêya malbata xwe zextên ku li hemberî girtiyan pêk hatî vegot. Dayika Neclayê Emîne Atak ji ajansa me re axivî û bal kişad ser gotinên Neclayê. 
 
Girtî tên tehdîtkirin
 
Emîne, roja yekşemê bi rêya telefonê ji keça xwe Neclayê re têkilî daniyê û got: "Necla roja yekşemê telefon vekir. Ji me re got 'Midûre girtîgehê guheriye û midûrê nû zextê li me dike. Şev nîvê şevê bi ser koguşên me de digirin. Midûr û gardiyan bi jopan êriş dikin û heqaretê li me dikin. Me dirêjî li erdê dikin û me tehdît dikin û dibêjin 'Dawiya we hat û hûne li vir bimirin'. Gotinên Neclayê me xist nava fikaran." 
 
'Li girtîgehê nêzîkatiyeke kêyfî heye'
 
Emîne, da zanîn ku li girtîgehan her roja ku derbas dibe zextên li hemberî girtiyan zêde dibin û got: "Li girtîgehan nêzikatiyeke kêyfî heye. Di salên 90'î de zextên wisa pêk dihatin. Çend sal derbas bûn jî heman tişt pêk tên. Ji ber zext, îşkence û zilmê rewşa zarokên me ne baş e. Zarokên me êdî nikarin pirtûk bixwînin, nikarin name binîvsînin û mafên wan tên îhlalkirin. Ev tişt bandorê li derûniya girtiyan dike. Her wiha dema gartiyên mêr li koguşan lêgerînê dikin cilên girtiyên jin davêjin erdê. Ev tişt tê wateya heqaretê. Dema vê heftê Necla telefon vekir dengê wê qet xweş nedihat." 
 
Emîne wiha banga hişyariyê kir: "Ez bang li hemû dayikên girtiyan dikim ku bila ji bo zarokên xwe bêdeng nemînin. Em bibin dengê zarokên xwe. Li dijî zext û zordariyê êdî em çareyek bibînin. Em bang li her kesî dikin ku di vê mijarê de baldar bin û hişyar bin."