Jinên li gundê Elemûnê: Gund bi keda destê jinê dixemile

  • 09:12 14 Cotmeh 2021
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Jinên li gundê Elemûna Qilebanê dijîn, da zanîn ku ligel zor û zehmetiyan jiyana gund bi keda destê jinan dixemile. Jinên ku havînê bi sewalkariyê debara xwe dikin diyar kirin ku her demsal li gorî taybetmendiya xwe xweş e. 
 
Gundê Elemûn ê Qilebana Şirnexê nêzî sînorê Herêma Federal a Kurdistanê ye. Jinên ku li vir dijîn her demsalî bi karekî re mijûl dibin. Her demsal li gorî xwe zehmetiyên wê hene û jin jî hewl didin ku li dijî zehmetiyan jiyana xwe bidomînin û debara mala xwe bikin. Bi taybetî şêniyên gundê Elemûnê debara xwe bi sewalkariyê dikin. Havînan ber bi zozanan ve diçin û zivistanê jî di govan de pezê xwe xwedîdikin. Jinên ku li vî gundî dijîn ji ajansa me re behsa jiyana xwe ya rojane kirin. 
 
Ji sewalkariyê heta çandiniyê...
 
Rihan Edîs a 38 salî li Gundê Elemûnê dijî, wekî jinên din serê sibê zû dest bi karê rojane dike û heta razanê dixebite. Kar û barê jinan li gorî her demsalî diguhere. Rihan, wiha behsa kar û barê xwe kir: "Em debara xwe bi xwedîkirina sewalan dikin. Bi taybetî di demsala havînê de em pez û bizinan xwedî dikin. Em mast û penîrê ku çêdikin difroşîn û pê debara xwe dikin. Her wiha ji bo zivistanê jî em para xwe digirin. Her wiha karê me ya din jî ristina hiriyê ye. Niha dema ristinê ye û em hiriyên ku dirisin dikin werîs, gore û hdw. Ev çanda ristinê li cem me li pêş e. Her wiha em xeynî xwedîkirina sewalan aliyek ji çandiniyê re jî mijûl dibin. Di baxçeyen me de îsot, firingî, xiyar û gelek tiştên din hene. Hem rojane em dixwin û hem jî ji bo zivistanê radikin."
 
'Gund bi keda destê jinan dixemile' 
 
Rihanê, destnîşan kir ku gundê wan di demsala bihar û havînê de wek bihûştê ye û wiha bi lêv kir: "Havînê jiyana gundê me gelek xweş e. Hemû cih şinahiye. Di nav gund re av derbas dibe. Zozanên me jî navdar in. Havînê em ji bo pez dotinê berê xwe didin zozanan û êvarê jî carekdin vedigerin gundê xwe. Her wiha di demsala bihar û havînê de em gelek pincarên cuda kom dikin. Hîn pincar ji bo penir û hin pincar jî ji bo bixin nav xarinan kom dikin. Em hem havînê û hem jî zivistanê nasekinin. Lê belê zivistan zêde kar nîne û bi taybetî em sewalên xwe di govan de xwedî dikin. Ligel zor û zehmetiyan em hez jiyana li gund dikin. Zivistana vir dema berf dibare hinek zehmet dibe. Li gorî min gund bi destên jinan dixemile." 
 
Bi sewalkariyê debara xwe dikin 
 
Koçer Olmez (54) wekî Rihanê li vî gundî dijî, wiha behsa jiyana xwe ya rojane kir: "Li gund malbatên ku sewalkariyê dikin havînê berê xwe didin zozanan. Ez jî wekî jinên din serê sibê zû radibim, nimêja xwe dikim. Piştre taştê ya xwe dixwim û berê xwe didim cihê sewalan. Ez şîrê ku didoşim dikim penîr û mast. He wiha em meşkê jî dikin. Bi taybetî em debara xwe bi sewalkariyê dikin. Her wiha em bi taybetî pincarên ku li zozanan kom dikin dixin nav penîr û ev pincar tehma penîr gelekî xweş dike."