ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 14 Cotmeh 2021
  • Rojev
* Xebatên kampanyaya “Em tiryakê bişkînin û jiyana nû ava bikin” a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê didomin. Endama Koordînasyona Jinên Ciwan ên HDP'ê ya Stenbolê Ronahî Tunç, diyar kir ku îqtîdar naxwaze ciwan zanebin û bibin pêşengên civakê û got: "Îqtîdar ji ciwanên zane ditirse û hewl dide ku vîna ciwan têk bibe. Em jî dê bi xebatên xwe rêxistinbûna ciwanan pêş bixin." BI DÎMEN 
 
*Jinên li dijî tundî û îstismara zêde bûye bal kişandin ser girîngiya Peymana Stenbolê wiha gotin:"Her mêrê li vî welatî hat wê astê ku bêjin 'tiştek bi min nayê'. Lê belê dê têkoşîna me ya li dijî vê yekê bidome." DÎMEN HEYE
 
*Jinên li gundê Elemûna Qilebanê dijîn, da zanîn ku ligel zor û zehmetiyan jiyana gund bi keda destê jinan dixemile. Jinên ku havînê bi sewalkariyê debara xwe dikin diyar kirin ku her demsal li gorî taybetmendiya xwe xweş e. BI DÎMEN 
 
* Ji parêzerên malbata Îpek Er, Mehpat Sert diyar kir dê di rûniştina dozê ya di 3'yê Kanûnê de derbarê bersûc de biryarê bê dayin û got:"Ji ber fikra îktidara siyasî tê xwestin êrişa zayendî bê veşartin. Her wiha ji ber bersûc destdirêj û tecawizkarekî bi unîforma ye jî dibe ku encama dozê ji bo me pir ne erênî be. Loma divê herkes li vê dozê xwedî derkevin."DÎMEN HEYE
 
* 7 sal ji ser qetilkirina Xebatkarê Azadiya Welat Kadir Bagdu ya ji aliyê DAÎŞ'ê ve derbas bûn. Hevjîna Kadrî Şemsa ya ku Kadrî yê wekî rojnamegerê bi bisiqlêta şîn dihat naskirin yekî bi têkoşîna xwe ve girêdayî pênase kir û diyar kir ew yekî bi biryar bû wiha got:"Heta ez hilmê bigirim ez ê şopandina rêya wî bidomînim." DÎMEN HEYE
 
*Dayika, Necla Atak a ku 5 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtiye Emîne Atak bal kişand ser rewşa girtîgehê û got: "Midûrê ku nû hatî nîvê şevê bi ser koguşan de digire û bi copan êriş dike û heqeretê li girtiyan dike. Ez wek dayikek bang li raya giştî dikim ku derbarê mijarê de hişyarbin."  BI DÎMEN