Cenazeyê Mazlûm Mat 24 roj şûnde teslîmî malbatê hat kirin

  • 19:24 13 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Mat ê ku li herema Çiyayê Herekolê jiyana xwe ji dest dabû, 24 roj şûnde cenazeyê wî teslîmî malbatê hat kirin. Cenazeyê Mazlûm, li Goristana Asrî ya Cizîrê hat definkirin.  
 
Di 19’ê îlonê de li herêma Çiyayê Herekol a navçeya Xisxêra Sêrtê, di encama operasyona leşkerî de Mazlûm Mat bi nasnav Kendal Azad Botan ê HPG’yî jiyana xwe ji dest da. Li ser parvekirina nûçeyan, malbata Mazlum, ji bo cenazeyê xwe bigirin serî li dozgeriya Sêrtê dan. Ligel malbatê cenaze teşhîs kir jî cenazê teslîmî malbatê nekirin. Li ser vê yekê malbatê ji bo DNA’yê xwîn da.  
 
Encama DNA’yê ku piştî 24 rojan şûnde derket, maltaba Mazlûm Mat çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û cenazeyê xwe wergirtin. Cenazeyê xwe ji Sêrtê anîn navçeya Cizîra Şirnexê. Cenazeyê Mazlûm, ji aliyê malbata wî ve li Goristana Asriyê ya Cizîrê di bin dorpêça polîsan de hat definkirin.