Ji bo şahiya HDP'ê belavok hatin belavkirin

  • 16:37 13 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Di 15'ê cotmehê de bi minasebeta 9'emîn avabûna HDP'ê dê li Cizîrê şahiyek bê lidarxistin. Ji bo tevlîbûna şahiyê li kolanan belavok hatin belavkirin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîra Şirnexê, bi minasebeta 9'emîn avabûna partiya xwe bi dirûşmeya "Ji bo parastina azadî, aştî, demokrasî û hêviyê HDP'ê biparêze" di 15'ê cotmehê de li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Cizîrê şahiyê li dar bixe. Endam û rêvebirên HDP'ê yên navçeyê, aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê li taxa Nûrê belavok belav kirin û gel vexwendin şahiyê.