Li Rihayê xebatên mîtînga 16'ê cotmehê didomin

  • 16:02 13 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - Xebatên mîtînga "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" li Rihayê didomin. Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Rihayê civînek li dar xist banga tevlîbûna mîtîngê kir. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), dê di 16'ê cotmehê de bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga herêmê bê lidarxistin. Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Rihayê ji bo tevlîbûna mîtîngê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek jin beşdarî civînê bûn. 
 
Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî der barê xebatên ji bo mîtînga saet di 13.00’an de li Qada Îstasyona Amedê were li dar xistin, ên li Rihayê tên kirin, agahî parve kirin û got: “Ji bo ku di mîtîngê de bêjin ‘azadiyê jinê’ em ê bi awayekî xurt tevlî bibin.”
 
Dûre parlementer Ayşe Surucu axivî û bal kişand ser kuştinên jinan û wiha axivî: "Her roj jin li kolanan tên qetilkirin. Ev polîtîkayeke dewletê ye. Li dijî vê polîtîkayê em weke jinên HDP’î têkoşîna xwe mezin dikin. Ev polîtîkayeke dewletê ye. Em ê li dijî hişmendiya zilam a bi rakirina Peymana Stenbolê jin bê parastin hiştin li qadan bin. Em li dijî qetilkirina jinan û nijadperestiyê di 16’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê dengê xwe bilind bikin û bêjin êdî bes e. Em li benda hemû jinên ku bixwazin ji dengê me re bibin deng in.”
 
Civîn bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.