Li kuçeyên Dêrikê bangewaziya tevlîbûna mîtîngê

  • 15:09 13 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - TJA û jinên DBP’yî ji bo mîtînga "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" li Dêrikê bi jinan re civiyan û banga tevlîbûna mîtîngê kirin. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), dê di 16'ê cotmehê de bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga herêmê bê lidarxistin. Li Mêrdînê jî bi rojane xebatên mîtîngê tê kirin. Li gund û navçeyan bangewaziyên tevlîbûnê tên kirin. 
 
Siyasetmedarên jin îro bi beşdariya Navenda Çandê a Mezopotamyayê (NÇM) berê xwe dan kuçeyên Dêrikê û gundê Wargê Xinsê. Li vir bi jinan re hatin cem hevdu. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrdînê Perîhan Agaoglu di civînê de axivî.
 
Perîhan, diyar kir ku di pêvajoyeke giran a siyasî re derbas dibin û got: "Mijara sereke ya me nîjadperestî û zeyendperestî ye. Ji her du jî bêtir bandorê li jinan dike. Pêwîste em êdî ji van qirkirinan re bêjin êdî bes e. Bila jin li dijî vê yeke sekna xwe nîşa bike. Em di 16’ê cotmehê de li Qada Îstasyonê li benda we ne. Girseya me ya beşdarbûnê, dê bibe hêz.”
 
Piştî axaftinan dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.