HDP di mehekê de çû serdana hezar û 653 gundî

  • 13:22 13 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ENQERE - HDP di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'yî ne li her Derê ne" de di meha îlonê de li sê herêman çû serdena hezar û 653 gundî.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên di çarçoveya "Em HDP'yî ne li her Derê ne" de daye meşandin parve kir. Şandeya HDP'ê di meha îlonê de di çarçoveya bernameyê de li herêmên Amed, Serhed, Çukurovayê serdana hezar û 653 gundî kiriye. Bi vê yekê li pirsgirêkên gel jî hatiye guhdarkirin. 
 
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar jî di meha tîrmeh û tebaxê de beşdarî çalakiyên li 16 navendan bûne. Hevberdevka Partiyê Ebru Gunay, Berdevka Meclîsa Jinê Ayşe Acar Başaran û cîgirên hevserokatiya giştî, serokwekîlên komê, Lijneya Birêvebirinê ya Navendê (MYK) û endamên Meclîsa Partiyê (PM) li 55 navendana gelek çalakî li dar xistine û hevdîtinên bi gel re kirine.