Li Girtîgeha Amedê zextên li ser girtiyan zêde dibin
- 11:53 13 Cotmeh 2021
- Rojane
AMED - Li Girtîgeha Amedê zext û tundiya li ser girtiyan zêde dibin. Girtiyan ji dengderxistina li dijî van zextan bang kirin.
Li girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê binpêkirina mafan her diçe zêde dibin û bi taybet di demên dawî de ev gihaştiye lûtkeyê. Girtî bi rêya telefona bi malbatên xwe re zext, îşkence û tundiya li dijî wan tên kirin vedibêjin lê belê rayedar vê yekê paşguh dikin.
Li Girtîgehên F1 û F2'yê binpêkirina mafan zêde dibin û girtî bi rêya hevdîtinên bi malbatên xwe re tînin ziman ku îşkenceya sîstematîk a li girtîgehan zêde dibin. Girtî dibêjin,"Qusandina yektîp tê ferzkirin. Ava germ nayê dayin. Bi kêfî bi ser qawişan de tên girtin. Xwarin ne baş e û tedawiya girtiyên nexweş nayên kirin. Gardiyanan rojekê derî li ser me kilît kirin û gotin 'li vir gotina me derbas dibe û em dikarin her tiştê em dixwazin bikin'."
Girtiyan li dijî pêkanînên li ser wan banga piştevaniyê kirin û xwestin tenê neyên hiştin.