Ji ser qetilkirina wê du sal derbas bû: Xeyalê wê ew bû ku bibe rojnameger

  • 10:36 13 Cotmeh 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Di 13'ê Cotmeha 2019'an de di dema ku êrişên komên girêdayî dewleta tirk ên li ser Girê Spî dewam dikir de Dilovan Gever jiyana xwe ji dest da. Ji ser mirina Dilovanê 2 sal derbas bûn. 
 
Di çaremîn roja êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên di 9'ê Cotmeha 2019'an de ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin rojnameger Dilovan Gever (Dîlan Olmez) di dema bi hevalên xwe re nûçe dişopand bi bombebaranê jiyana xwe ji dest da. Dilovanê ya Endama Navenda Îrtibatê ya Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di 1994'an de li Gundê Moreyê yê Gevera Colemêrgê ji dayik bû. Tenê xeyalê Dilovanê ew bû ku bibe rojnameger. 
 
Dilovanê ya beşa Xizmetên Cemewariyê yên Rêveberiyên Herêmî ya Zanîngeha Selçukluyê ya Konyayê xezenc kir li ser daxwaza malbata xwe ji bo xwendinê çû Konyayê. Lê belê di 2014'an de li dijî êrişên DAÎŞ'ê di Îrtibatê ya Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de cihê xwe girt û xeyalên xwe yên rojnamegeriyê pêk anî. 
 
'Ew her rûbiken bû'
 
Xizmên Dilovanê diyar kirin ku 5 xwişk û birayên wê hebûne û di nava wan de herî zêde Dilovanê ji parvekirinê hez dikir. Xizmên Dilovanê wiha qala wê dikin:"Dema jê re xelatek dihat di destpêkê de bi xwişk û birayên xwe re parve dikir. Wê ji parvekirinê gelekî hez dikir. Dema kinc dikirî berî ku li xwe bike dida xwişk û birayên xwe. Wê dawiyê li xwe dikir. Gelek caran dema em diçûn me li derekê xwarin dixwar wê para xwe jî parve dikir. Ji bo xwarina xwe bi me re parve bike digot 'jixwe ez xwarinê hindikî dixwim'. Ew her rûbiken bû. Dema me ew didît kelecanekê bi dilê me jî digirt. Di rojên ne xweş de jî moralê me her baş bû. Dema ew beşdar bû me gelek dîmenên wê dît. Ji ken û kelecana wê ya li vir tu tiştek kêm nebûbû. Wekî her demê rûbiken û bi kelencan bû."
 
Xeyalê wê ew bû ku bibe rojnameger 
 
Xizmên Dilovanê yên bi lêv kirin ku Dilovanê dixwest di warê aboriyê de jî bi malbata xwe re bibe alîkar wiha got:"Bavê Dilovanê dixwest bibe mamoste. Lê belê xeyalê wê ew bû ku bibe rojnameger. Bavê wê her dibû asteng û nedixwest ew bibe rojnameger. Dilovanê ji ber xwediyê kelecaneke mezin bû her dem digot 'ez ê bibim rojnameger. Li gelek deran bigerim û gelek tiştî hîn bibim'. Piştre dema me bihîst Dilovanê bûye rojnameger me got ew gihaşt xeyalê xwe. Em giş li ser navê wê bextewar bûn."