Hevrîn Xelef li Minbicê hat bîranîn

  • 16:35 12 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Sekeretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef ji aliyê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê ve hat bîranîn. 
 
Bi pêşengiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bi wesîleya bîranîna Hevrîn Xelef daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li pêşiya navenda meclisa partiyê ya li navarasta bajêr hat dayîn. Endamên meclisa partiyê û rûspiyên eşîrên Minbicê beşdarî daxuyaniyê bûn. Beşdaran wêneyên Hevrîn Xelef, alên Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Malbatên Şehîdan rakirin. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Zelîxa Ebidî ve hat xwendin.
 
Zelîxa Ebidî girêdayî êrîşên pêvajoya Serêkaniyê hatî despêkirin de ev tişt got: “Dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li djî herêmê nadin rawestandin. Bi wê yekê armanc dikin herêmên dagirkeriya xwe firehtir bikin û tirsê di nava gel de belav bikin. Hedefgirtina Hevrîn Xelef ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê dixebitî. Dibe ku karibin jiyana Hevrîn bi dawî bikin, lê belê nikarîbûn rêwîtiya wê ya têkoşînê bi dawî bikin, ku gelê herêmê bi îsrareke mezin li ser wê rêyê dimeşe.
 
Partiya Sûriya Pêşerojê wê rêya Hevrîn Xelef û hemû şehîdên berxwedanê bişopîne heta ku aramî, azadî û demokrasiyê li herêmê pêk tîne û Sûriyeke azad, demokratîk û nenavendî ava dike. Her wiha partiyê soz da ku dê têkoşîna xwe berdewam bikin û dê kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê eşkere bike, her wiha dê li ser sûcên wan li herêmê hesab ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker bixwazin."
 
Sekeretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef tevî ajokarê wê Ferhad Remedan di 12'yê Cotmeha 2019`an de li ser rêya M4 ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagiker ve hatibû hedefgirtin.