Panela ji bo tiryakê hat lidarxistin wek sûc hat dîtin

  • 15:36 12 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Aktîvîsta TJA’yê Asûman Kulter û endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Mehmet Mîraç Dînç, ku di panela “Em girêdanê têk bibin jiyana nû ava bikin” hatibû lidarxistin de axivî bûn, axaftina wan wekî sûc hat hesibandin û derbarê vê de lêpirsîn hat destpêkirin.
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, têkildarî kampanyaya "Em girêdanê têk bibin jiyana nû ava bikin" di 25’ê Îlonê de li qada kompleksa werzîşê ya taxa Nûrê ya navçeya Silopiya Şirnexê panel li dar xistibû. Aktîvîsta TJA’yê Asûman Kûlter, Parlamenterê HDP'ê  yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Şirnexê Mehmet Mîraç Dînç wek panelîst tevlî bûbûn.
 
Serdozgeriya Komara Silopiyê, derbarê Asûman Kulter û Mehmet Mîraç Dînç de lêpirsîn da destpêkirin.
 
Asûmanê, îro çû midûriyeta polîsan û îfade da. Polîsan ji Asûmanê pirsa “ji bo bernameyê we çima ji qeymaqemê navçeyê destûr negirtiye” hat pirsîn. Her wiha di derbarê Mehmet Mîraç Dînç de jî bi hinceta “Sûcê heqaretê û gel tahrîkî kîn û dijminatiyê kiriye” lêpirsîn hat destpêkirin.