Ev bû 50 roj cenazeyê Saniye Toprak radestî malbata wê nayê kirin

  • 10:02 12 Cotmeh 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Tevî ku bi ser de 50 roj derbas bûne jî cenazeyê Saniye Toprak a li Çiyayê Gabarê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, radestî malbata wê nayê kirin.
 
50 roj in cenazeyê Saniye Toprak a YJA-STAR'î ku di 23'yê Tebaxê de li Çiyayê Gabarê di şer de jiyana xwe ji dest da, radestî malbata wê nayê kirin. Cenaze ewilî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û paşê bêyî li benda encama DNA'yê bê sekinandin, li Taxa Bahçelîevlerê li goristana bêkesan hat veşartin. 
 
Dozgeriya Şirnexê di 14'ê Îlonê de telefonî malbata Saniye kir ku biçin Nexweşxaneya Dewletê ya Dihê ya Sêrtê ji bo DNA'yê xwînê bidin. Ferdên malbatê ji bo testa DNA'yê çûn nexweşxaneyê û di 15'ê Îlonê de jî li Şirnexê hevdîtin bi dozgeriyê re kirin. Dozger ji malbatê re got: "Keça we hatiye definkirin. Di dest me de dosyeya definkirinê heye. Lê heta encama testa DNA'yê diyar nebe, em cenaze nadin."
 
'Heta encama DNA'yê diyar nebe dê cenaze neyê dayin'
 
Malbata Saniyeyê, bi lêv kir ku cenazeyê keça wan e, lê belê dozgeriyê ji wan re gotiye heta encama DNA'yê diyar nebe dê cenaze neyê dayin û rayedarên nexweşxaneyê jî ji wan re gotine dê testa DNA'yê di nav 20 rojî de diyar bibe û gava diyar bibe dê wan haydar bikin, lê belê 28 roj derbas bûne hê jî tiştek ji wan re nehatiye gotin.