Berî mîtînga 16'ê Cotmehê jin li Mêrdînê hatin gel hevdu

  • 09:50 12 Cotmeh 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê jinan banga beşdariya mîtinga dê di 16'ê Cotmehê de li Amedê pêk were, kirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê ji bo beşdariya mîtinga dê bi dirûşma "Ji zayendperestî û nîjadperestiyê re êdî bes e, dem dema azadiya jinê ye" di 16'ê Cotmehê de li Amedê pêk were, bang kirin. Li kuçeyan xebat hatin meşandin. Hevberdevka HDP'ê Ebru Gunay, TJA, rêveberên HDP'ê yên navçe û bajaran beşdarî hevdîtina li Gundê Hemîdê yê Qoserê bûn. 
 
Di çalakiyê de jinan govend gerandin. Di axaftinên hatin kirin de jin ji bo mîtingê hatin vexwendin û axaftvanan bal kişandin ser girîngiya têkoşîna ji bo mafê jinê. Jinên bi heyetê re belavok belav kirin banga têkoşîna li dijî her tundiya li ser jinê, destdirêjî, tecawiz û binpêkirina mafan kirin. 
 
Bi pênûsên boyaxê yên heyetê ji bo zarokan bi xwe re birin jî rûyê zarokan hatin boyaxkirin û zarok bi vê yekê kêfxweş bûn.