Ji ber îşkenceya dît vegot 35 roj cezayê hucreyê lê hat birîn

  • 09:03 12 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
 
ENQERE - Girtiya bi navê Garîbe Gezer ya li girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê dimîne, ji aliyê gardiyanan ve bi taciz û îşkencêyê re rûbirû ma. Dayika wê Halîme Gezer got ku ji bo keça wê derbasî koxuşa serbixweya bibin îşkence lê hatiye kirin û ji ber keça wê ev îşkence ji wan re vegotiye, rastî 35 roj cezayê hucreyê hatiye.
 
Binpêkirina mafan ya li girtîgehan her diçe zêdetir dibe. Li girtîgeha Tîpa T ya Şakran a Îzmîrê, jî binpêkirin her diçin zêde dibin û bi ser koxuşan de tên girtin, pişre girtiyên jin dikin odeyên bê lambe. Herî dawî rewşa girtiya bi navê Garîbe Gezer ya ji girtîgeha Bunyan a Kayseriyê biribûn girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê hatibû rojeva meclîsê.  Hat diyar kirin ku Garîbe demek dirêje bi îşkenceya gardiyanan re rûbirû dimîne. Dayika wê Halîmeyê got keça wê cezayê muebeta giran girtiye û der barê rewşa wê de ji ajansa me re axivi.
 
‘8 sûrgun, 22 cezayên doza cemawerî’
 
Halîmeyê daxuyakirin ku Garîbe di 3’yê Adara 2016’an de hatiye girtin û ji Girtîgeha Mîdyade şandine Girtîgeha Kutahyayê ji wir  şandine Mêrdînê, ji wir jî dîsa şandine Mîdyadê, ji wir ya Şakranê û Tarsûs û Bunyanê. Halîmeyê wiha got: “Herî dawî sirgunê Kandirayê hat kirin. 6 sal in girtiye sirgunê 8 girtîghan hat kirin. Cezayê muebeta giran lê birîn û ji 22 dozên cemawerî ceza hat dayîn. Niha 180 hezar jî cezayê pere danê. Dosya wê du sal in li dadgeriyê ye û hîna encamek tune. Nayê zanîn dosya çûne kîjan daîreyê. Herî dawî çibu daîreya cezaya 16’emîn û wê jî dosya belav kiriye. Em li bendê dîroka rûniştinê ne.”
 
‘Koxuşa serbixwe ya hatiye ferzkirin’
 
Halîmeyê destnîşan kir ku ji ber cezayê wê nehatiye erêkirin di hucrê de dimîne û wiha direjî dayê: “Li Şakranê ji bo biçe cem girtiyên siyasî sirgunê Tarsusê kirin. Li wir binpêkirina mafan hat jiyîn. Li Tarsusê koxuşa serbixweyan hat ferzkirin. Garîbeyê ji ber qebûl nekir û binpêkirina mafan ji me re ragîhand cezayê hucreyê danê. Her wiha sirgunê Girtîgeha Bunyanê kirin. Li Girtîgeha Kayseriyê jî heman pirsgirêk hat jiyîn.”
 
‘Xwest bi îdarê re hevdîtinê bike lê lêdan xwar' 
 
Halîmeyê diyar kir ku Garîbe herî dawî sirgunê Kandirayê hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Garîbeyê got sedema binpêkirina mafan îdara girtîgehê ye. Ji ber cezayên hucreyê hebûn 22 rojan di hucrê de ma. Ji hucreyê hat derxistin, birin hucra yek kesî. Xwest biçe cem hevalên xwe, daxwaznameyên wê nehatin erêkirin. Îdara girtîgehê bi devkî gotiye ‘em daxwaznamê erê nakin, îdare naxwaze hevdîtinê bi te re bike’. Garîbe vê qebûl nake û 7-8 gardiyan wê dixin û bi erdê re tê kaşdikin. Cilên wê parçe dibin. Gardiyanên mêr jî navdebûne. Dikin hucreyek ji hevalên wê dûr. Ji ber li deriyan dixe, wê dikin odeya sungerê. Li vir gardiyanên mêr dîsa wê dixin."
 
‘Daxwaznameya ‘ji mirina xwe ez berpirsim’ pê dane îmzekirin’
 
Halîmeyê destnîşan kir ku nameyên keça wê negihiştine wan û ev tişt daxuyand: “Garîbeyê got psîkologê girtîgehê çûye cem axiviye û tehdîd kiriye. Garîbe li girtîgehê bi nexweşiya astimê ket. Ji ber vê li deriyan dixe gardiyan dîsa wê dibin odeya sungerê.  24 saetan li wir dimîne. 24 saetan bi kamerayê tê temaşekirin û neçar dimîne li ber kamerayan biçe tuwaletê. Dema Garîbeyê dibin odeya sungerê serê wê li dîwar dikeve û xwîn dibe. Li şûna revîrê dibin qada cihê hevdîtinê. Li wir jî bi helweta doktor re tê rû hev. Daxwaznameyeke ‘ji mirina xwe ez berpirsim’ pê didin îmzekirin.”
 
‘Dermankirina bi kelepçe’
 
Halîmeyê diyar kir ku Garîbe li odeya sungerê bi tacîza gardiyanan re rûbirû maye û psîkololiya wê nebaşe û wiha dirêjî dayê: “Me roja yekşemê bi telefonê pê re axivîn. Her tim bi ser odeyên wan de tên girtin. Bi şev saet di 12.00’an de jimartin lê tên ferzkirin. Hinek gardiyan heqeretan dikin. Garîbe ji derve dixwîne lê pirtûkên wê nadinê. Girtiyên dibin nexweşxanê jî dermankirina bi kelepçe ferz dikin. Ji ber girtî qebûl nakin şûnde vedigerin.”
 
‘Serlêdana sûc hat kirin’
 
Halîmeyê dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku Garîbeyê bi hevkariya parêzer û nameyê tiştên hatine jiyîn vegot lê li ser vê lêpirsîn hatiye destpêkirin, 35 rojan cezayê hucreyê lê hatiye birîn û wiha dawî lê anî: “Parêzerên ÎHD’a Stenbolê hefteya borî çûn cem Garîbeyê û der barê midurê girtîgeh, doktor û gardiyanan de serlêdana sûc kirin. Ev du sale keça xwe nabînin. Yekane daxwaza min ev e ku keça min bînin nêzî me an jî bidin cem hevalê wê.”