Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyan meşiyan

  • 14:53 11 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyên HPG'yîyên di êrişa hêzên taybet ên PDK'ê de jiyana xwe ji dest dan bigirin ber bi Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê ve meşiyan. Dayikên Aştiyê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin astengkirin. 
 
Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyên HPG'yîyên di êrişa hêzên taybet ên PDK'ê de jiyana xwe ji dest dan bigirin ber bi Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê ve meşiyan. Dayikên Aştiyê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin astengkirin. 
 
26 Dayikên Aştiyê yên ji bajar û kantonên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bi rêya dergeha Sêmalka derbasî dergehê Pêşxabûr ê li Başûrê Kurdistanê bûn da ku daxwaza cenazeyên Tolhildan û  Serdem bikin ku di kemîna hêzên PDK’ê de li herêma Xelîfanê jiyana xwe ji dest dabûn.
 
Dayikên Aştiyê bi pêşengtiya Wedîa Mele Îsa dayika Dunya ku parçeyek qimaşê spî ku nîşaneya aştiyê ye, li pêşiya dergeha Sêmalka ya sînor kom bûn û berê xwe dan dergeha Pêşxabûrê, da ku kiryarên PDK'ê şermezar bikin. Hêzên Partiya Demokratîk a Kurdistanê ew asteng kirin û nehiştin ku derbasî Başûr bibin.
 
Dayik bi biryara xwe ya derbasbûna Başûr bi israr in û ji bo şermezarkirina helwesta hêzên PDK'ê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.