'Îşkenceya li ser girtiyan berdewam dike'

  • 09:29 11 Cotmeh 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Girtiyên siyasî yên li girtîgeha Rihayê dimînin bi rêya telefonê serdegirtina gardiyanan û îşkenceya kirine ji malbatên xwe re ragihandin. Malbatan gumanên xwe û rewşa heyî parve kirin. Şandeya ku çûbû serdana girtiyên îşkence li wan hatine kirin gotinên malbatan piştrast kirin û diyar kirin ku ger rewş wiha berdewam bike girtî wê biryara greva birçîbûnê bistînin.
 
Di 7'ê Cotmehê de, 80 gardiyanên ku cil û bergên robokop li xwe kiribûn, bi dehan girtî bi komî îşkence kirin. Girtiyan tiştên bi serê wan ve hatin bi telefonê ji malbatên xwe re vegotin. Girtiyan dan zanîn ku di çarçoveya fermana midûrê nû tayînî girtîgehê hatiye kirin de gardiyanan îşkence li wan kirine û diyar kirin ku gelek hevalên wan bi giranî birîndar bûne. Girtiyên hatine îşkencekirin ji hev hatin veqetandin û wan gotin xebara me jî ji hev nîne.
 
Parêzeran gotinên malbatan piştrast kirin
 
Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel jî têkildarî girtiyên siyasî yên îşkence li wan hat kirin bi ajansa me re axivî. Piştî me xwe gihand malbata girtiyê siyasî Mahîr Kaçmaz ê ku tundî lê hat kirin me xwe gihand parêzerên ku hevdîtin bi wan re kirine. Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel jî gotinên malbatê piştrast kir û û ev agahî parve kir:"Me hinek hevdîtin kirin. Di wan hevdîtinan de me gelek tişt safî nekirin. Lê belê girtiyên siyasî belav kirine û xebera wan ji hev çênakin. Ango qawişên wan û yên sûcdarên adlî li gel hev in. Ew ji vî tiştî jî gelek ne rehet in. Ango îşkenceyeke mezin li wan hatiye kirin."
 
'Em ê greva birçîbûnê bidin destpêkirin'
 
Ayşeyê da zanîn bêyî ku evraqên fermî nîşan bidin îşkence û cîhguhertin pêk hatiye. Ayşeyê got di encamê de jî gelek birîndar hene û wiha diyar kir:"Destûr nehatiye dayîn ku kesên lêdan xwarine raporê jî bigirin. Ji ber bûyerên qewimîne û ji ber ku xeberê ji hevalên xwe nagirin girtiyên siyasî boykota xwarinê dane destpêkirin. Girtiyan di heman demê de jî diyar kirine ku ger ev rewş berdewam bike ew ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. Em dixwazin ku roja duşemê dubare serdana girtiyan bikin û raporekê amade bikin. Em ê rapora xwe roja sêşemê jî bi raya giştî re parve bikin."
 
'Rojên berê li me vegeriyan'
 
Diya girtiyê siyasî Mahîr Kaçmaz, Wesîle Kaçmaz têkildarî îşkenceya li girtîgeha Rihayê pêk hatiye bi ajansa me re axivî û got:"Mahîr ciwaniya xwe di nava çar dîwaran de derbas kir. Dema nû girtin tê bîra min, ewqas lê xistibûn ku nedikarî rûnê. Dema em çûn me wî dît li gel me hewil dida li ser piya bimîne ku diyar nebe. Lê dema min israr kir min ferq kir. Jixwe diyar dibû. Heta niha jî bi sedan caran dibe ku li wî îşkence kiribin. Tucarî haya me jê çênekiriye. Ji bo nede diyarkirin jî her tiştî dike. Cara yekem e ku ez dibihîsim qala îşkenceyê dike. Di 7’ê mehê de bi qasî 70 - 80 gardiyan bi ser wan de girtine û li wan xistine."
 
'Gelek girtî birîndar bûne'
 
Wesîleyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Em roja îniyê bi rêya telefonê bi Mahîr re axivî. Cardin nexwest tiştekî ji min re bêje, lê ji xwişkên xwe re gotiye. Di dema serdegirtinê de dest û lingên gelekan şikandine. Gelek hevalên wan birîndar bûne û çûne nexweşxaneyê. Derbarê xwe de, ka çi jê re hatiye ji me re negot. Lê bê guman e ku ew jî tev hevalên wî êşandine. Wî got wan belav kirine û birine qawişên din. Xebera wan ji hevalên wan ên din jî nemaye. Li ser wan îşkenceyek mezin heye."
 
'Îşkenceya li ser girtiyan berdewam dike'
 
Wesîleyê diyar kir ku nêzîkatiyên di qawişa nû de li ser wan dikin jî îşkenceyek mezin e û wiha berdewam kir:"Tim berê me li TV’yan e, ji bo em tiştekî fêr bibin. Em dizanin Mahîr gelek tiştan nabêje. Jixwe vê carê jî me şaş hişt. Diyar e ku rewş gelek girîng e. Di qawişa nû de jî wan ji hevalên wan dûr xistine û xwestekên wan naynin cih. Ev jî îşkenceyek mezin e. Tundiya li ser wan niha jî berdewam dike. Îşkenceya li ser girtiyan berdewam dike."
 
'Li îşkenceyê bipirsin'
 
Wesîleyê herî dawî wiha got:"Mahîr li ser navê hevalê xwe got pêwîst e ji bo wan demildest gavek were avêtin. Divê bûyerên îşkenceyê di rojevê de bin. Vê carê bi hincetan bi ser wan de birine. Cardin ew rojên berê li me vedigerin. Em ji tendirustiya wan û başiya wan bi guman in. Em jî daxwaz dikin ku hemû komeleyên mafê mirovan û siyasetmedar li vê rewşê bipirsin."