'Biryara dûrxistinê binpê kir, xwişka min qetil kir'

  • 09:04 11 Cotmeh 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Birayê Ayşe Aksu ya li Çerkezkoyê hatibû qetilkirin, Îsmet Taşma wiha got: “Xwişka min qetil kir, her wiha çûye mal du kesên ku şahidiya dozê kirine ew jî birîndar kirine.”
 
Jina bi navê Ayşe Aksu (43) li navçeya Çerkezkoyê ya Tekîrdagê,  4 meh berê  dest ji Remzî Aksu berdabû û bi sê zarokên xwe re li malek nû bi cih bûbû. Di 4’ê cotmehê de ku Ayşeyê zarokê xwe dibir dibistanê ji aliyê mêrê ku dest jê berdabû, li ber çavê zarokê wê hatibû qetilkirin. Birayê Ayşeyê, Îsmet Taşma der barê mijarê de axivî û got: “Em nizanin vî kesî çek ji ku derê dîtiye. Tevî biryara dûrxistinê, hat xwişka min qetil kir.”
 
‘Bila ev çavsor cezayên muebetê bigirin’
 
Îsmet Taşma bi lêv kir ku xwişka wî 4 meh berê dest ji mêrê pêre zewicî berdaye û piştî vê bi zarokên xwe re xaniyek girtiye û bi zarokên xwe re dijiya.  Îsmet wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mêrê ku dest jê berdabû, xwişka min dişopîne û dema xwişka min zarokê xwe dibe dibistanê, di rê de qetil dike. Ligel vê du şahidên dozê hebûn, kujer diçe malên wan û wan jî birîndar dike. Mêr bi çekê jinê jî bi bivir birîndar dike. Em ji vê hikûmetê dixwazin ku ev çavsor cezayên giran ê muebetê bigirin.”
 
‘Biryar binpê kir’
 
Îsmet di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevî biryara dûrxistinê jî xwişka wê hatiye qetilkirin û wiha dawî lê anî: “Xwişka min keça xwe dibir dibistanê. Ev qetilkirinek mezin e, em wî ji edaletê re dihêlin. Ev kes dikare zirarê bide zarokên xwe jî. Ger zarok di wargehê de bimînin wê baştir be. Zarok ligel malbata kujer bimînin jî wê zirarê bibînin. Em nizanin vî kesî çek ji ku derê dîtiye. Biryara dûrxistinê binpê kir û hat xwişka min kuşt. 4-5 saet şûnde me ji xizmên xwe yên li wir dijîn agahiya xwişka min girt.”