ROJAVA 11'Ê COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 11 Cotmeh 2021
  • Rojev
* Ji DAD’ê Nergîz Guzel balkişand ser rexneyên wekê ku HDP’ê di deklerasyonê de cih nedaye Elewiyan û got daxwazên HDP û Elewiyan wek hevin û dikare deklerasyon bê berfirehkirin. BI DÎMEN 
 
*Xwendekaran da zanîn ku pirsgirêka starbûna xwendekaran her kesî eleqeder dike û gotin di nokteya ku xwendekar bên tengezarkirin de divê her kes bi hev re têbikoşe. BI DÎMEN
 
*Birayê Ayşe Aksu ya li Çerkezkoyê hatibû qetilkirin, Îsmet Taşma wiha got: “Xwişka min qetil kir, her wiha çûye mal du kesên ku şahidiya dozê kirine ew jî birîndar kirine.”
 BI DÎMEN
 
*Merala ku 25 sal in karkeriya veguhestinî ya ku di hedefa destilatdariyê de ye dike, diyar kir ku karê wan zehmet e, lê destdirêjî li jinê tê kirin û ewlehiya canê wan tune ye. BI DÎMEN
 
*Ji mîtînga TJA'yê re ya wê bi dirûşma "Niha dema azadiya jinê ye" li Amedê bê lidarxistin demeke kin ma. Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Newroz Gulen da zanîn ji bo ciwan li dijî qirkirina jinê û fuhuşê têkoşîna xwe mezin bikin ew ê li qadan bin. BI DÎMEN
 
*Girtiyên siyasî yên li girtîgeha Rihayê dimînin bi rêya telefonê serdegirtina gardiyanan û îşkenceya kirine ji malbatên xwe re ragihandin. Malbatan gumanên xwe û rewşa heyî parve kirin. Şandeya ku çûbû serdana girtiyên îşkence li wan hatine kirin gotinên malbatan piştrast kirin û diyar kirin ku ger rewş wiha berdewam bike girtî wê biryara greva birçîbûnê bistînin. BI DÎMEN