Li Şengalê li 21 navendan dengdayîn sekiniye

  • 11:47 10 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê ku dengdan saetek bi derengî dest pê kir, niha jî li 21 navendan bi hinceta “cîhazên dengdanê naxebitin” dengdayîn sekiniye.
 
Ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê, li Şengalê dengdan vê sibehê saetek bi derengî dest pê kiribû. Li 31 navendan dengdayîn dom dike. Lê li 21 navendan dengdayîn bi hinceta pirsgirêkên teknîkî dengdayîn sekiniye.
 
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ROJNEWS'ê li navenda Şengalê û komelgehên Borik, Tilezêr û Xanesorê bi giştî li 21 navendan bi hinceta “cihaza dengdayînê naxebite” dengdayîn sekiniye. Ji ber vê sedemê li van navendan gelê Şengalê niha nikare dengê xwe bikar bîne.
 
Derbarê mijarê de rayedarên komîsyona hilbijartinê yên Şengalê dibêjin ku ev pirsgirêkek teknîkî ye û wê di demeke kurt de were çareserkirin. Lê nayê zanîn ku wê ev pirsgirêk kengî çareser bibe.
 
Çûyîna gelê Şengalê ya ser sindoqan berdewam dike.