Polisan mudaxaleyî bîranîna Komkujiya 10’ê cotmehê kir

  • 11:03 10 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Polisan mudaxaleyî bîranîna qurbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê kir. Gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin. 
 
Di salvegera Komkujiya 10'ê Cotmehê ku ji aliyê DAIŞ'ê ve di 10'ê Cotmeha 2015'an de hatibû kirin û 104 kesan têde jiyana xwe ji dest dabûn de hat xwestin li ber Gara Enqerê ji bo qurbaniyên komkujiyê bernameyeke bîranînê bê lidarxistin. Lê polisan pêşiya garê dorpêç kir û xwest bîranînê asteng bikin. 
 
Polisan, ji bilî xizmên qurbaniyan destûr neda kes tevlî bîranînê bibe. Komeke ku ji 30 kesan pêk dihat îttîrazê vê ferzkirina polisan kir û xwest bikeve qadê. Polisan mudaxaleyî komê kir û gelek kesan bi lêdanê binçav kir.