Buroya Hiqûqê ya Asrin: Divê azadiya birêz Ocalan pêk bê

  • 16:19 9 Cotmeh 2021
  • Rojane
STENBOL - Şandeya HDK, HDP û DBP’ê bi boneya salvegera 23'yemîn komploya navneteweyî serdana Baroya Hiqûqê ya Asrinê kir. Ji parêzerên buroyê Rezan Sarica, axivî û got: “Çareseriya pirsgirêka kurd, di azadiya Birêz Ocalan de ye.” 
 
Şendeyeke Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Pero Dundar jî di nav de, bi boneya salvegera 23’yemîn komploya navneteweyî serdana Buroya Hiqûqê ya Asrin a li Beyoglûya Stenbolê kir. Parêzerên Ocalan Emran Emekçî, Raziye Ozturk û Rezan Sarica şande pêşwazî kirin. 
  
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, di serdanê de axivî û diyar kir ku di sala 23’emîn de jî komplo û tecrîda li ser Ocalan dewam dike. Keskîn, da zanîn ku Ocalan di serî de ji bo pirsgirka kurd û hemû pirsgirêkên li Rojhilat Navîn pêşniyarên çareseriyê pêşxistine. Di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de Birêz Ocalan muxatabe.” 
 
Prz. Rezan Sarica jî, komploya li dijî muwekîlê xwe Ocalan şermezar kir û wiha got: “Bi tecrîda girankirî, armanc dikin Ocalan ji Gelê Kurd qût bikin. We bi vê serdana xwe da nîşandan ku Birêz Ocalan wê neyê jibîr kirin û tenê hiştin. Birêz Ocalan hem bi Gelê Kurd û hem jî bi gelên cîhanê re di nava pêwendî û girêdanbûnek pir mezin de ye. Ji bo ku bi awayekî rast pirsgirêka kurd were çareser kirin, divê tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe û azadiya wî pêk were. Tekane rêya siyasetê, çareseriya mirovî û hiqûqî bi azadî û xwedîderketina Birêz Ocalan pêkan e.”