Meclîsa Kantona Efrînê ji bo 9'ê Cotmehê meşek li dar xist

  • 15:13 9 Cotmeh 2021
  • Rojane
ŞEHBA - Bi dirûşma "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" Meclîsa Kantona Efrînê ji bo şermezarkirina 9'ê Cotmehê roja destpêkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê li Wargeha Serdemê ya girêdayî navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê meşek li dar xist. 
 
Bi hezaran şêniyen Efrîn û Şehbayê bi dirûşmên şermezarkirina komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan helwestên xwe nîşan dan û tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsa"Bi tolhildana jinan em ê azadiya Rêber Apo mîsoger bikin","Dem dema azadiyê ye" hatin hildan û jinên ku beşdarî meşê bûn cilên sipî yên bi nivîsa "Bê Serok jiyan nabe","Azadî ji bo Rêber Apo" li xwe kirin. 
 
'Em ê planên hêzên komploger vala derxînin'
 
Meşa li Wargeha Serdemê veguherî mîtîngê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Şêrîn Hesen komplo û hêzên komploger şermezar kir û ev tişt bi lêv kir:"Îro 9'ê cotmehê roja derxistina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê ye û destpêkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelan e. Dewletên navneteweyî projeya Netewa Demokratîk ku rêya çareseriya hemû pirsgirêkên cîhanê û bi taybet pirsgirêkên Rojhialta Navîn e ji xwe kirin hedef û ev komplo di şexsê Rêber Apo de dan meşandin. Rêber Apo ji bo azadiya jin û civakê xwedî felsefe û raman bû. Em jî weke jinên ku ji kaniya azadiya Rêber Apo, vexwariye em ê xwedî li vê felesfeyê derbikevin û planên hêzên komploger vala derxînin. Komplo di hedefgirtina Rêber Apo de, pêk anîne. Dagirkirina herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê didome. Lê tevî hemû astengiyan em ê li berxwe bidin." 
 
Meş bi dirûşmên"Bijî Serok Apo" bi dawî bû.