Eren Keskîn: Divê hemû pirsgirêk werin çareserkirin

  • 14:42 9 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Hevserokên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan di kongreya ÎHD'ê de diyar kirin ku divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin û gotin:"Berê qet nebe me dikaribû xwe bigihanda dozgerek û dadgerekî/ê. Lê di vê heyamê de daraz bi temamî ketiye bin fermana îqtidarê. Tiştên bi tirs û xof pêk tên. Divê em vê meseleyê her tim vebêjin. Mafê mirovan tê binpêkirin. Divê pêşî li vê were girtin. Divê hemû pirsgirêk werin çareserkirin."
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Kongreya Giştî ya Asayî ya 20’emîn li Enqereyê li dar dixe. Piştî rêzgirtin û axaftinên destpêkirina kongreyê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan axivîn. 
 
Eren Keskîn: Divê hemû pirsgirêk werin çareserkirin
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bal kişand ser rewşa rewşa siyasetmedar Aysel Tugluk ku li girtîgehê nexweş e û Ayselê jê re gotiye ji bo ew li pêşiya tenduristiya girtiyên din nebe asteng nexwestiye ku rewşa wê bibe rojev. 
 
Erenê dema behsa Ayselê kir xemgîn bû û giriya. 
 
Erenê bal kişand ser rewşa darazê û got: "Berê qet nebe me dikaribû xwe bigihanda dozgerek û dadgerekî/ê. Lê di vê heyamê de daraz bi temamî ketiye bin fermana îqtidarê. Tiştên bi tirs û xof pêk tên. Divê em vê meseleyê her tim vebêjin. Mafê mirovan tê binpêkirin. Divê pêşî li vê were girtin. Divê hemû pirsgirêk werin çareserkirin."
 
Ozturk bi kurmancî û tirkî silav li beşdaran kir û dest bi axaftina xwe kir. Ozturk bi rasthatina komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê qurbanî bi bîr anî û got ew ê hesabê kuştina 104 kesan bipirsin. 
 
Ozturk bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên di serdema Kovîd-19’ê de û got di serdema pandemiyê de di asta herî jor de mafê mirovan hatiye binpêkirin û serlêdanên ji bo binpêkirinê gelek wergirtine. 
 
Ozturk bi bîr xist ku pêvajoya şer ji 24’ê Tîrmeha 2015’an ve li Tirkiyê didome û şer dibe sedema binpêkirina mafê mirovan û mirov dibin qurbanî. 
 
'Kes nikare pirsgirêka kurd înkar bike'
 
Ozturk bal kişand ser pirsgirêka kurd û got:"Şer her ku diçe berfireh dibe. Di bin navê qeyûman de îradeya kurdan hatiye desteserkirin. Siyasetmedar û yên hatine bijartin di zindanan de ne. Îqtidar ji bo ku mutefîkên xwe yên rojavayî qanih bike, hin pakêtên reformê eşkere kir. Meha ku Bernameya Mafê Mirovan ji aliyê îqtidarê ve hat eşkerekirin, ez hatim binçavkirin. Ceza li hevalê me Racî û hevalên din birîn. Bi rastî jî karê me zor e. Divê dîsa jî em têkoşînê xurt bikin. Pirsgirêka kurd heye. Kes nikare înkar bike. Pêdiviya Tirkiyeyê bi çareseriya rasteqîn heye. Divê Tirkiye pirsgirêka kurd qebûl bike û muzakere û diyalogan bike. Meseleyê bi muxatabên wê re çareser bike. Çi dibe bila bibe şansek Tirkiyeyê ku pirsgirêka kurd çareser neke nîne. Tu şansek din nîne ku li Tirkiyeyê rejîma demokratîk neyê eşkerekirin. Pêdivî bi destûrek bingehîn a demokratîk heye. Bar dikeve ser milê tevger û muxalefetê jî. Divê ew jî bi rola xwe rabin.” 
 
'Em rêzê ji çalakiya malbata Şenyaşar re digirin'
 
Ozturk nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar a li Rihayê jî silav kir û got ew wek ÎHD’ê rêzê ji çalakiya malbatê re digirin. 
 
'Wê têkoşîna mafê mirovan bidome'
 
Ozturk destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi hezaran girtî bi binpêkirinên mafan ên giran re rûbirû mane û heta her kes bigihîje mafê xwe wê têkoşîna wan a mafê mirovan, edalet û aştiyê berdewam bike. 
 
Nameyên Selahattîn û Selçuk hatin xwendin
 
Piştî axaftinan nameyên Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û niha girtî ye ku hatibûn şandin hatin xwendin. 
 
Selahattîn û Selçuk ÎHD û xebatkarên wê pîroz kirin û pîrozbahî li kongreyê kirin û diyar kirin ku ÎHD bîra wan e. 
 
Piştî axaftinan kongreyê ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Piştî axaftin û nîqaşan û pêşkêşkirina raporên malî û xebatê wê rêveberiya nû were bijartin.