'Sedema komployê valaderxistina planên li ser Rojhilata Navîn bû'

  • 14:02 9 Cotmeh 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê têkildarê komploya navneteweyî panelek li dar xist. Ebrû Gunay a di panelê de axivî got: “Birêz Abdullah Ocalan siyasetek li dijî desthilatdariyê ji bo gelên bindest da meşandin û vê yekê jî planên li ser Rojhilata Navîn dihatin meşandin vala derdixist. Bi komploya navneteweyî çareserkirina pirsgirêka gelê kurd û Rojhilata Navîn jî asteng kirin. Komplo bi rabûna gelan vala hat  derxistin û niha jî bi awayê tecrîda girankirî tê domandin. Pêwîst e em tecrîdê ji vala derbixin.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarê gavên yekemîn ên komploya navneteweyî 9’ê Cotmehê bi sernavê “Di Têkoşîna Demokrasî û Azadiyê de, Tecrît û Komplo” panelek li dar xist. Di panela ku li avahiya HDP’ê ya Mêrdînê pêk hat de weke axaftvan berdevka HDP’ê Parlamenter Ebru Gunay û parêzerê OHD’ê Burhan Artar beşdar bûn. Ji rêxistina navçe û bajêr jî HDP’yî û DBP’yî beşdar bûn.
 
‘Tecrîd berdewamiya komployê ye’
 
Ebru Gunay a di serî de mafê axaftinê sitend bi bîranîna komploya navneteweyî dest bi axaftinê kir û got: “Ji komployê heya niha tecrîdek girankirî li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin. Armanc ew e ku  têkiliya wî û civakê ji hev qut bikin û bi demê re wî bidin jibîrkirin. Ji bo qutkirina girêdana gelê kurd û birêz Abdullah Ocalan rêbaza komplo û tecrîdê didin bikaranîn. Di pişt vê yekê de jî astengkirina çareseriya pirsgirêka kurd tê. Çawa ku komplo bi têkoşîn û rabûna gelan vala hat derxistin, îro bi tecrîdê jî komployê didin berdewamkirin.”
 
‘Em hemû di nava tecrîda girankirî de ne’
 
Ebru şert û mercên grava Îmraliyê rêz kir û diyar kir ku rêberê gelan di bin tecrîda giran û bê hiqûqî de jiyana xwe dide meşandin. Ebru got ev  tecrîd di kesayeta wî de li gelê kurd û me hemûyan tê kirin. Ebrû wiha berdewam kir: “Ev tecrîd weke rêbaza rejîma AKP’ê û MHP’ê şeklê xwe girtiye. Em qala tecrîdek 23 salî dikin û rejîmek 21 salî. Ango ev tê wê wateyê ku di hemû rastkirinên sîstemê de agahî û emrê wan heye. Ev sîstem jî di hemû girtîgehan de û di welat de tê bikaranîn. Piştî hevdîtina dawî ya bi birêz Abdullah Ocalan re  di mîtînga HDP’ê ya Amedê de teqînek çêbû û bi dehan kesî jiyana xwe ji destdabûn. Piştî wê bûyerê jî li Kobanê çeteyên DAÎŞ’ê di rojekê de 200 kurd qetil kir. Rêwiyên Xeyalan jî ji bo piştgirîdayîna Kobanê hatin Pirsûsê û li wir hatin qetilkirin. Em dikarin bi sedan bûyerên bi vî rengî rêz bikin ku ev tecrîda heyî li bajaran bû dorpêçkirin û bû xwîn. Ev bûyerana şeklekî din ê tecrîdê radixe ber çavan.”
 
‘Armanca me bidawîkirina şer e’
 
Ebrû herî dawî jî got mixabin em heya niha ji van bûyerên tecrîdê dijîn ji ber ku îqtidara heyî di aliyê şer de polîtîkayên xwe dide meşandin. Ebrû wiha gotina xwe domand: “Yek ji sedemên herî mezin ê ku em li dijî tecrîdê derdikevin jî armanca me ya li dijî şer e. Em dixwazin ku qetlîam, zilim û îşkence bi dawî bibin ku em dizanin bi dawîbûna tecrîdê re wê ev jiyana aram pêkane be. Di nirxandinek ya komploya 9’ê Cotmehê de birêz Ocalan gotibû sedemê girtina min valaderxistina planên li Rojhilata navîn tên kirin e. Ji ber ku li dijî hêzên serdest û ji bo gelên bindest siyasetek dida meşandin. Di axaftinek xwe ya din de jî gotibû pêwîst e şert û mercên min yên azadî, tendirustî û parastinê werin pêkanîn ku ev şert û merc ji bo hemû mirovan pêwîstiyek e. Ev şert û merc ji bo hemû Rojhilata navîn derbasdar e. Ji ber van sedeman jî rawestandina li hemberî tecrîdê ji me re xwedî girîngiyek mezin e.”
 
Piştî Ebrû Gunay Parêzer Burhan  Artaj axaftina xwe kir û bi pirs û bersivan re panel hat bidawîkirin.