Li Mexmûrê 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin

  • 13:44 9 Cotmeh 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li dijî komploya navneteweyî, Mexmûrê bi pêşengiya TJCM û TCM'ê ve di 7'ê cotmehê de kon hatibû vedan. Di serdana îro de komplo hat şermezar kirin û hat diyar kirin ku divê dawî li lîstokên qerêj bên berdan. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi boneya şermezarkirina 23’yemîn salvegera komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) ji 7’ê Cotmehê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) kon hatîbû vedan. Konê çalakiyê ji aliyê gelê wargehê ve tê ziyaretkirin.
 
Li ser navê girseyê Ehmed Apaydin axivî û komploya navnetewî şermezar kir û got: "Komplogeran xwestin di kesayeta Rêber Apo de Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê tinebikin. Wan ne dizanî Rêber Apo ne keseke, fikreke wê ti caran ne karin vî fikrî tinebikin. Em weke gelê wargehê hemû hêzên komploger şermezar dikin û bang li wan hêzan dikin ku êdî dest ji lîstokên xwe yên qirêj berdin."
 
Endama Saziya Ciwana Mizgîn Kara jî xêrhatina gel kir û got: “Wek serokatî ji gotî ‘Me bi ciwantî destpê kir em ê bi ciwantî bi ser kevin.’ Em ê bi fikir û felesefeya Rêbertî xwe xurt bikin û Rêbertiya xwe bi awayek fîzîkî azad bikin.”